Çend belgefilmên derbarê Qirkirina Dêrsimê de

Çend belgefilmên derbarê Qirkirina Dêrsimê de

Qirkirina Dêrsimê ya di sala 1938an de pêk hatîye, li gel xebatên akademîk û edebî bûye mijara belgefilman jî.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Qirkirina Dêrsimê ya di sala 1938an de pêk hat û di encamê de ji bi deh hezaran mirov hatine qetilkirin. Dîsa di encama vê qetlîamê de politikaya asîmîlasyon û guhertina demografik hatîye meşandin ku bi deh hezaran kesên ji qirkirinê filitîne hatine sirgunkirin.

Qirkirina Dêrsimê li gel xebatên akademîk û edebî bûye mijara belgefilman jî.

Dêrsim 38

Yek ii van belgefilman a bi navê Dêrsim 38 e. Çayan Demîrel derhêner ê belgefilmê ye. Belgefilm di sala 2006an de hete weşandin, Ali Naki Gundogduyî şêwirmindî jê re kirîye. Ali Haydar Gulerî pevxistîye, Metin Kemal Kahramanî jî muzîk ji bo belgefilmî amade kirine.

Belgefilm ji 68 deqîqeyan pêk hatîye ku zanyarîyên dîrokî û akademîk, şahidîya şahidên qirkirinê jî di belgefilmî de hatîye nişandan.

Kara Vagon (Vagona Reş)

Derhênerê belgefilmî Ozgur Findik e. Di sala 2011ê de hatîye weşandin. Di belgefilmê de şahidên qirkirinê û du leşkerên ku beşdarî qirkirinê bûne diaxivin û behsa qirkirinê dikin. Huseyin Ayrılmaz produktorê belgefilmî ye, Cemil Qoçgirîyî jî muzîk jê re amade kirine. Belgefilm saetek û 5 deqîqe ne.

Keçên Winda ên Dêrsimê 

Piştî Qirkirina Dêrsimê, bi dehan keçên Dêrsimî ji malbatên wan hatine dûrxistin û li gorî politikaya asîmîlasyonkirinê ew dane malbatên leşkeran. Nezahat Gundogan, derhênera vî belgefilmî behsa wan keçan dike ku piştî Qirkirina Dêrsimê li gorî polîtîkayên asîmîlasyon û tunekirinê ew ji malbatên wan hatine dûrxistin û şandine warên din. Mîkaîl Aslanî muzîk ji belgefilmî re amade kirîye. Belgefilm 57 deqîqe ye.

Piştî vê belgefilmê di sala 2014an de Nezahat doganê dîsa bi navê Hay Way Zaman belgefilmeke din were dewamîya ya yekem weşandîye. Ev belgefilm jî saet û 25 deqîqe ye. Produktorê wê Kazim Gundogan e.

Tertele

Weke projeya albüma muzîkê ya fotografan û belgeyan hatîye amadekirin. Cemal Taş û Nilufer Saltikê bi hev re amade kirine. Behsa Zêmarên Qirkirina Dêrsimê dike. 18 deqîqe ne.

Bîanet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin