Cenazeyê rêvebirê HDKê Mûsa Babaxanî li Koysancaqê hate veşartin

Cenazeyê rêvebirê HDKê Mûsa Babaxanî li Koysancaqê hate veşartin

.

A+A-

 Îro termê Mûsa Babaxanî, endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ku roja Şemiyê di hotêleke bajarê Hewlêrê de kuştî hatibû dîtin, li navçeya Koyê di merasimeke serbazî de hat veşartin. Sekreterê Giştî yê HDKê jî di merasimê de ragihand, “Bi terorkirin û jinavbirina rêber û têkoşerên tevgera Kurdên Îranê, ev tevger ti caran serî natewîne.”

Roja Şemiyê 7ê Tebaxa 2021, termê Mûsa Babaxanî li hotêla Golî Silêmanî li bajarê Hewlêrê hat dîtin ku şûna gulle li ser termê wî hebûn.

Îro li navçeya Koye û li baregeha Hizba Demorkata Kurdistanê, bi beşdariya endam û rêveberiyên vê partiyê û nûnerên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, termê Mûsa Babaxanî li goristana şehîdan hat veşartin.

Weke rêzgirtin li Babaxanî, ji aliyê pêşmergeyên HDK ve merasimeke serbazî hat lidarxistin û sirûda netewî ya Ey Reqîb hat xwendin. Li ser tabûta Mûsa Babaxanî, Ala Kurdistanê hatibû danîn û piştî merasimê, termê wî li ser milan bo nav goristanê hat veguhastin û hat veşartin.

Di merasima veşartina termê Mûsa Babaxanî de, Sekreterê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK), Xalid Ezîzî ragihand, “Komara Îslamiya Îranê xwest bi armanckirina Mûsa Babaxanî, Kirmaşanê bike armanc, lê Kirmaşan cihê kar, xebat, çalakî, têkoşîn, pêkhatin, hevahengî û hevrengiya tev ol û hozan e û wisa bi hêsanî serî netewîne.”

Xelid Ezîzî sersaxî ji xelkê Kirmaşanê û malbata Babaxanî re xwest û destnîşan kir, “Dema ku di serdema Komara Kurdistanê de, Pêşewa Qazî Mihemed hat bidarvekirin, rejîma berê wiha difikirî ku tevhera Kurd li vê derê dawî lê tê. Dema ku şoreşa li Îranê destpê dike û Hizba Demorkat û aliyên din dest bi çalakiyan dikin, Dr. Qasimlû û Dr. Şerefkendî û bi dehan kadro û rêberên tevgera Kurdên Îranê tên şehîdkirin, cardin Komara Îslamî wiha difikire ku ev tevger dê serî bitewîne, dema bi dehan kadroyên din hatin terorkirin, dîsan her di heman xeyalê de bûn.”

Ezîzî herwiha bal kişande ser bûyera çend rojan berî niha li bajarê Nexede ya bajarê Urmiyê û got, “Komara Îslamî ya Îranê di navxwe û derve de rastî kirîzên ciddî hatiye û hewil dide di navbera pêkhateyan de şer çêke.”

Sekreterê Hizba Demokrata Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de diyar kir, bi hewla têkoşer û hevahengiya di navbera Kurd û Azeriyan de rê li ber fitneyeke mezin li bajarê Nexedeyê hat girtin.

Mûsa Babaxanî di kongreya 17 a Hizba Demorkata Kurdistanê (HDK) de wek Endamê Komîteya Navendî ya partiyê hatibû hilbijartin.

HDKê wê demê di daxuyaniyekê de ragihand, şûna îşkencekirinê li ser laşê Babaxanî heye.

Asayişa Hewlêrê jî her heman rojê di daxuyaniyekê de ragihandibû, lêkolîn derbarê kuştina Mûsa Babaxanî de destpê kiriye û dê di demên pêş de hûrgiliyên lêkolînê ji raya giştî re aşkere bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin