
Çekdarên Tirkiyê muxtarê gundekî Girê Spî revandin
.
A+A-
Çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê, muxtarê gundekî Girê Spî û komek endamên eşîra El Meşhûr revandin.
Çavkaniyên nêzîkî HSDê dane zanîn, duhî çekdarên Tirkiyê ketin nav gundê El Ziyadiyê û muxtarê gund girtin û birin.
Li gorî agahiyan, piştî girtina muxtar, komek endamên eşîra El Meşhûr jî revandin û birin.
Hefteya borî jî çekdarên Tirkiyê li heman gundê Girê Spî 3 kes ji eşîra El Meşhûr, 4 kes ji eşîra El Henada û 7 kes jî ji eşîra El Fediyan revandibûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin