Çekdarên ser bi Tirkîyê ve şûnwarên Eyin Dara wêran kirin

Çekdarên ser bi Tirkîyê ve şûnwarên Eyin Dara wêran kirin

Rêveberê Şûnwar û Muzexaneyan li Sûrîyê Dr. Mehmûd Hemûd ragihand ku, şûnwarên Dîrokî li Eyn Dara li Efrînê, ji alîyê hêzên Tirkîyê û çekdaran ve hatine dizîn, beşekî mezin jî ji ber lêgerîna qaçax hatine wêrankirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hemûd got, hêzên Tirkîyê û çekdar bi bildozeran li wan şûnwaran digerin.

Rêveberê Şûnwar û Mozexaneyan li Sûrîyê her wiha got, li Eyn Dara gelek perçeyên dîrokî yên Baziltî mezin hebûn, ku nirxê wan ne kêmî peykerê şêr bû li wê deverê.

Herwiha aşkere kir ku, Nebî Horî jî li Efrînê, ku dîroka wê xwe dirêjê demsalên klasîk dike û yek ji cihên herî dîrokî ye li cîhanê û li Efrînê, ew jî hatîye dizîn û wêrankirin.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin