Çekdarên ser bi Tirkîyê ve peykerê Şêrê Efrînê dizîn

Çekdarên ser bi Tirkîyê ve peykerê Şêrê Efrînê dizîn

Peykerê Şêrê Efrînê ku peykerekî pir naskirî û dîrokî ye, ji alîyê grûpên çekdar yên ser bi Tirkîyê ve hate dizîn.

A+A-

Haber Merkezi- Piştî ku Efrîn ket destê grûpên çekdar û Tirkîyê, navçeya dîrokî ya Nebî Hurî û dehan cihên din yên dîrokî, hatine talankirin.

Li Efrînê ne tenê mirov têne revandin, talankirin û kuştin, belku asewarên wî bajarî jî têne dizin û jinavbirin.

Ev şêrê Efrînê li Eyin Dare, bi semoboleke wî bajarî dihate naskirin, dîyar nemaye, grûpên çekdar dizîne û bi cihekî ne dîyar birine.

Peykerê şêrê baziltî li navçeyeke girîng ya dîrokî bû, grûpên çekdar li navçeya Nebî Hûrî ku bi Sîros tê naskirin û tije asarên dîrokî ne, bi awayekî sîstematîk talan kirine. Li heman cihî bi awayekî heremekî jî dest bi kolandinê kirine.

Li gor zanyarîyên taybet yên Rûdawê li Efrînê, proseya dizîn û talankirin û kolandina navçeya Nebî Hûrî ya dîrokî, li ber çavê artêşa Tirkîyê çêdibe.

Grûpên çekdar li cihên dîrokî, nahêlin ti kesek nêzîk bibe, dîroka van asewaran vedigere 280 salên berî zayinê û ji alîyê netewên yekbûyî ve, bi navçeyeke girîng ya dîrokî tê naskirin.

Ne tenê li vî cihî dîrokî, asewarên Efrînê hatine dizîn û têkbirin, belku grûpa bi nav Sultan Murad ku pirnaîya endamên wê Turkumenên sûrî ne û girêdayî Tirkîyê ne, li gundên Bîbaka, Quşa, yên ser bi Biliblê ve, bi amûrên mezin, yên weke bagir, tirêx dest bi proseyên kolandina asewaran kirin û bo vê mebestê jî hejmareke zêde ji darên zeytûnê birîn.

Efrîn, bajarê Zeytûn û asewarên kevinar, bi hemû cûran tê talankirin û têkbirin. Tevî ku bi dehan rêxistinên navdewletî û xwechî van hemû binpêkirinan bi dekomênt kirine, lê heta niha jî sînorek ji kiryarên grûpên çekdar ve hatîye dayin û opozîsyona Sûrîyê jî berdewam îdîa dike, ku li wan navçeyan ti binpêkirinek nehatîye kirin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin