Çekdarên ser bi Tirkîyê ve mezargehên Êzidîyan şikandin

Çekdarên ser bi Tirkîyê ve mezargehên Êzidîyan şikandin

Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkîyê mezargeh û goristanên Kurdên Êzidî têkdane û tiştên di nav wan de dizîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Mezargeh, perestgehên olî û heta goristanên Kurdên Êzidî jî li herêma Efrînê ji destê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkîyê nefilitîne. Piranîya wan rastî têkdan, dizî û sivkatîyê hatine.

“Sazîya Êzidîna” ku binpêkirinên li Efrînê dibin bi giştî û yên li dijî Kurdên Êzidî bi taybetî bi belge dike, zanyarî û dîmenên herî nû derbarê wan mezargeh û goristanan de bi belge kirine û dane Tora Medyayî ya Rûdawê.

Li gor zanyarîyên ku Rûdawê ji sazî û çalakvanên Kurd ên Êzidî wegirtine, ji koka 35 hezar Kurdên Êzidî, niha tenê nêzî 3000 Kurdên Êzidî li herêma Efrînê mane

Li gor belgeyan Mezargeha Şêx Cinêd li gundê Feqîra ye. Tevahîya xelkê Gund Kurdên Êzidî ne. Mezargeh di dema êrîşa Tirkîyê û grûpên çekdar de rastî têkdanê hatibû. Hin gorên Kurdên Êzidî li derdora mezargehê ji alîyê çekdaran ve hatine têkdan.

Mezargeha Melek Adî li gundê Qîbarê ye. Piranîya xelkê gund Kurdên Êzidî ne. Mezargeh rastî têkdanê hatîye. Herwiha mezargeh rastî kolandin û dizîyê hatîye. Gundî çekdarên girêdayî Tirkîyê tohmetbar dikin

Mezargeha Şêx Hisên li gundê Qîbarê ye. Tiştên di nav mezargehê de rastî têkdan û dizîyê hatine.

Mezargeha Çêlxane li gundê Qîbarê ye. Mezargeh rastî têkdan û dizîyê hatîye

Mezarheha Şêx Rikab li gundê Şadêrê ye. Nîvê niştecîyên gund Kurdên Êzidî ne. Mezargeh rastî têkdan û dizîyê hatîye. Çekdarên girêdayî Tirkîyê çalek li pêş mezargehê kolandine. Herwiha çalake di hindurê mezargehê de jî kolandine.

Gorên  Êzidîyan li gundê Qîbarê rastî têkdanê hatine. Piranîya niştecîyên gund Kurdên Êzidî ne. Gundîyan hewl dan ku goran çak bikin. Lê asewarên têkdanê hîn dîyar in

Li gor zanyarîyên ku Rûdawê ji sazî û çalakvanên Kurdên Êzidî yên Efrînê wergirtine, berî êrîşa Tirkîyê û grûpên çekdar li ser Efrînê, hejmara Kurdên Êzidî li herêma Efrînê ku yek ji kevintirîn wergehên Kurdên Êzidî ye, nêzî 35 hezar kes bûn. piştî êrîşê û heta niha 90% ji Kurdên Êzidî koçber bûne, û niha tenê derdora 3000 Kurdên Êzidî li Efrînê mane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin