Çekdarên ser bi Tirkiyê ve hêzên Kurdî topbaran kirin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve hêzên Kurdî topbaran kirin

.

A+A-

Hêzên Kurdî yên li gundên Şehbayê, ji aliyê Hêzên Tirkiyê ji navçeya Mertala Firatê hatin topbarankirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, roja 11ê vê mehê, hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, ji navçeya Mertala Firatê hêzên Kurdî li derdora balafirxaneya Minnix û navçeya Til Rifet û Merenaz û gundên derdorê li Şehbayê topbaran kirin.

Zanyarî didin zanîn, hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyonê, ji navçeya Mertala Firatê hêzên Kurdî li derdora balafirxaneya Minnix û navçeya Til Rifet û Merenaz û gundên Şêx îsa, Bîloniyê û Elqemeiyê li Şehbayê topbaran kirin.

Til Rifet 25 kîlometran dikeve başûrê rojhilatê Efrînê û YPGê ew bajarok di Sibata 2016an de ji destê çekdarên opozisyona Sûriyê derxistibû.

Hêjayî gotinê ye, Til Rifet ji ber ku li devera Şehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên YPGê lê hene, herwiha Balafirxaneya Minnix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye ku di kontrola hêzên Kurdî de ye, girîng e.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin