Çekdarên ser bi Tirkîyê bajarokê Seraqib a Idlibê girtin

Çekdarên ser bi Tirkîyê bajarokê Seraqib a Idlibê girtin

Çekdarên ser bi Tirkîyê ve, bajarokê Seraqib a Idlibê ji destê artêşa Sûrîyê standin û kontrol kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Ajansa “Reuters” da xuyakirin, bajarokê Seraqib a Idlibê dîsa ket destê çekdarên ser bi Tirkîyê ve.

Ajansên opozîsyona Sûrîyê belav kirin, îro piştî şerekî giran di navbera çekdaran û artêşa Sûrîyê de, çekdaran karîn careke din bajarokê Seraqibê kontrol bikin.

Artêşa Sûrîyê bi piştevanîya Rûsya, berî 3 hefteyan rêya navdewletî ya M 5 û bajarokê Seraqibê xistibû bin kontrol xwe.

Duh Serokkomarê Tirkîyê Recep Teyip Eredogan ragihandibû, ewê tevahîya navçeyên ku xalên çavdêrîyê Tirkîyê lê ne vegerînin bin kontrola xwe û heta dawîya vê mehê jî molet da artêşa Sûrîyê, ku jê vekişin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin