Çekdarekî DAIŞê ji ber îşkencekirina zaroka Kurd a 5 salî tê darizandin

Çekdarekî DAIŞê ji ber îşkencekirina zaroka Kurd a 5 salî tê darizandin

Bi tohmeta birçîkirin û îşkencekirina keçeke Kurdên Êzidî ya 5 salî û herwiha kolekirina dayika wê zaroka Kurd, çekdarekî berê yê DAIŞê li Almanyayê tê dadgehîkirin.

A+A-

Navenda Nuçeyan - Îro înê 24ê Nîsana 2020an yekemîn civîna dadgehîkirina çekdarekî berê yê DAIŞê yê bi navê Teha li Dadgeha Bilind a Frankfurtê li Almanya birêve diçe.

Teha 37 salî û xelkê Iraqê ye û ligel hevjîna xwe ya bi esil Almanî ya bi navê Jeniffer bi tohmeta birçîkirin û îşkencekirina zarokeka Kurd a Êzidî hatine desteserkirin.

Jeniffer 29 salî ye û di nava hêza jinên DAIŞê de çalak bûye û erka wê lidûvçûn ji bo pabendbûna jinên jêr desthilata DAIŞê bi biryar û yasayên wê rêxistinê bûye.

Jeniffer di Nîsana 2019an de bi tohmeta endamîtîya DAIŞê û îşkencekirina zaroka 5 salî hatibû darizandin. Ew zaroka 5 salî navê wê Ranîya bû û keça jineke Kurda Êzidî bû ku ew jin ji alîyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin. Jeniffer û Teha weke koleyan reftar ligel wê zarokê û dayika wê kiribûn.

Li gor dadgeha Almanî, Jeniffer û hevjînê wê yê bi navê Teha J A, ew dayika Kurda Êzidî û keça wê kirîbûn û piştre keça 5 salî li bajarê Felûce ya Iraqê li ber rojê girêdabûn û dest jê berdabûn heta ku ji ber germê canê xwe ji dest dabû.

Jeniffer xelka bajarokê Lone ye ku dikeve herêma Nedraksen a Almanyayê û sala 2018an dema ku xwastibû dubare vegere nav DAIŞê, hatibû desteserkirin.

Parêzerê mafên mirovan Amal Clooney, hevjîna aktorê navdarê Hollywoodê George Clooney, li dijî Jenifferê doz vekirîye, lê belê Amal bixwe beşdarî di ti civînên dadgehê de nekirîye û parêzerek bi nûneratîya wê amade dibe.

Amal Clooney, parêzerê mafên mirovan li Londonê, nûneratîya çendîn qurbanîyên Kurdên Êzidî û ji wan Nadîya Murad kirîye.

Teha piştî rûxana xelafeta DAIŞê, ji Iraqê revîyabû û wek penaber li Yunanê dijîya, lê di Cotmeha sala 2019an de hikûmeta Yunanê, Teha radestî Almanyayê kir daku bihê dadgehîkirin. Bi wê yekê re, Teha bû yekemîn kes ku li ser tawanên li dijî Kurdên Êzidî li derveyî Iraqê û Sûrîyê hatibe dadgehîkirin.

Serdozgerê Giştî yê Almanyayê, Teha bi komkujîyê, endambûna di rêxistineke terorîstî de, tawanên şer û bazirganîya bi mirovan tohmetbar dike.

Bi dirêjahîya 2 salên bihorî, welatên rojavayî bi xwedûrgitinê serederî li gel pirsa wergirtina çekdarên bîyanî yên DAIŞê kirine, yek ji hincetên wan welatan jî ev bûye ku dîtina belgeyên îsbatker li ser endambûna wan kesan di rêxistina DAIŞê de karekî ne asan e û sîstema dadwerîyê ya wan welatan jî rê li wê yekê digire, ku cezayên giran bi ser wan kesan de were sepandin, eger belgeyên pêwîst li ser tawanbarkirina wan tine bin.

Di havîna 2014an de, DAIŞê êrîşî Şingalê û derdora wê kir û di wê êrîşê de zêdetir ji 5000 zilamên Kurdên Êzidî hatin kuştin, nêzîkî nîv milyon kes ji akincîyên deverê aware bûn û herwiha di encama êrîşê de çekdarên DAIŞê zêdetirî 6000 keç û jinên Êzidî  revandin, ku heta niha çarenivîsa nîvê wan keç û jinan ne xuya ye..

Tenê li Sûrîyê zêdetirî 2000 çekdarên bîyanî yên DAIŞê li girtîgehên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) de girtî ne.

Jinên Kurdên Êzidî ji rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî re gotine, ne tenê çekdarên DAIŞê lê belê hevjînên wan çekdaran jî di tirsandin û îşkencekirina jinên Kurdên Êzidî de dest hebûne.

Jinên çekdarên DAIŞê, eger beşdarî di ti şeran de nekiribin, cezayên sivik li wan tê birîn.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin