Çekdaran ji 40 malbatên Kurd ên Efrînê 120 milyon lîre pere stendin

Çekdaran ji 40 malbatên Kurd ên Efrînê 120 milyon lîre pere stendin

Çavkanîyekî taybet ji Rûdawê re ragihand ku li gundekî Efrînê grûpên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve ji 40 malbatên Kurd ên vegerîyane ser malên xwe, 120 milyon lîreyên Sûrîyê pere stendin û dest danîn ser 35 xanîyên welatîyan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor zanyarîyên wî jêderî, li gundên Zerko û Çobana grûpên çekdar dest bi ser malên Kurdan de girtine û pere ji Kurdên ku vedigerin ser malên xwe werdigirin.

Wî çavkanî ragihand ku berî çend rojan 40 malbatên Kurd vegerîyan ser malên xwe li gundê Zerko, lê çekdaran bi rêya muxtarê gund ê bi navê Ebdo Ehmed, her yek ji wan malbatan 3 milyon lîreyên Sûrî stendin.

Her li gor zanyarîyên wî çavkanîyê taybet, gundê Zerko ji 75 malan pêk tê ku hemû Kurd in û niha çekdaran dest danîne ser 35 xanîyan.

Herwiha li gor zanyarîyên gihiştine ber destê Rûdawê li gundê Çobana jî çekdarekî bi navê Şêxo ku berî niha çûbû Tirkîyê û beşdarî nav grûpên çekdar bûbû, niha li gel malbata xwe di bin fermana çekdarê bi navê Welîd de gund birêve dibe û rê bi niştecihên gund ên resen nadin û dest danîne ser malên wan.

Gundê Çobana jî derdora 80 mal lê hene ku hemû Kurd in. Lê wî çavkanî ragihand ku çekdar bi rêya zext û fişarê hewl didin herêmê bi temamî ji Kurdan vala bikin û demografîya navçeyê biguherin.

Gundên Zerko û Çobana ku nêzikî hev in ser bi navçeya Recoyê ve ne û dikevin herêma navbera  Reco û Bilbilê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin