Çekdaran dest datîn ser 7 mal û dukanan

Çekdaran dest datîn ser 7 mal û dukanan

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, li bajarokê Şîyê grûpa çekdar a Emşat destê xwe danî ser hejmarek mal û dukanên welatîyên Kurd û ew jê derkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wê rêxistinê dîyar kir, Çekdaran dest danîne ser mala Husên Îsmaîl û hemû kelûpelên di malê de avêtin derve.  Herwiha çekdaran destên xwe danîn ser mala Zekerîye Ereb ku hevlingê wî Husên Qiraş tê de bicih bûbû û malbata wî jê derxist.

Dîyar kir jî, çekdarên Emşat, dest danîn ser 5 dukanên li meydana gund, ku xwedîyên wan Hecî Xelîl Şêxo, Zekerîye Emîn Heyder, Zekerîye Nasan, Mihemed Mustefa û Izet Kemal Elî Bekir in.

Ji alîyekî din ve jî, fermandarê Emşat Mihemed El Casim (Ebo Emşê) baca danîye ser berhevkirina pelên mêwan, bi awayekî ku ji sedî 15 ji pereyên firotana pelemêwan ji cotkaran distîne û ji sedî 10 jî ji otombîla pelemêwan bar dike distîne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin