Cebar Yawer: Zehmet e Amerîka ji Iraqê vekişe

Cebar Yawer: Zehmet e Amerîka ji Iraqê vekişe

​​​​​​​Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, ragihand, vekişîna Amerîkayê ji Iraqê zehmet e û diyar jî kir, “Hewleke navdewletî heye bo ku pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer beşdarî bernameya Nûroja Dostan a Rûdawê bû û derbarê  bûyerên şeva derbasbûyî de ragihand, ji ber kuştina Qasim Sulêymanî metirsî hebûn, lêbelê metirsî negihiştibûn asta bûyera ku niha rûdaye û ev geşedaneke nû ye û dibe sedema zêdebûna aloziyan û herwiha ragihand ku Herêma Kurdistanê peywendî bi vê milmilaneyê nîne û nabe jî.

Derbarê cûreya wan moşekên ku ji aliyê Supaya Pasdaran ve arasteyî binkeyên Amerîkayê li Iraqê hatine kirin, Cebar Yawer dibêje, dibe ku nimûne hatibin wergirtin û pişkinîn bo bê kirin û amaje bi wê kir, “Îro civîneke gelek girîng pêk tê li Herêma Kurdistanê û sê serokatiyên Herêma Kurdistanê kom dibin.”

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, derbarê binkeyên serbazî yên li nav Herêma Kurdistanê ragihand, “Ew binkeyên serbazî yên li Herêma Kurdistanê hene, ne binkeyên serbazî yên şerker in, binkeyên bo hemahengiyê ne di şerê li dijî DAIŞê de û ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve rê pê hatine dayîn.” Cebar Yawer dibêje, “Bawer nakim, bîrkirina Komara Îslamî ya Îranê ji avêtina wan moşekan bo navçeya Hewlêrê bi mebesta siyaseteke nû be, belkû mebesta wan binke û cihên Amerîkiyan bûye ji bo tolhildanê.”

Li ser hejmara rahêner û rawêjkarên Amerîkî, Cebar Yawer amaje bi wê kir ku hejmareke diyarkirî li ber dest nîne û ragihand, “6 hezar ta 8 hezaran dibin, lê zêdetir li Iraqê ne û li herêmê kêm in.”

Cebar Yawer, herwiha amaje bi wê jî kir, hemû ew binkeyên li Iraqê ne bo Îranê armanc in çi li Bexda û li başurê Iraqê bin, an jî li Herêma Kurdistanê bin û ew êriş jî amajedanek in bo Amerîkayê ku tê xwestin bê gotin, ‘destê me digihije binkeyên te’.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge behsa wê jî kir, DAIŞ ne miriye ku dîsa zîndî bibe û ragihand, “DAIŞ niha jî bi şêweyekî grupî yên biçûk maye. Sala 208an 456 kiryarên terorîstî encam dan û ji ber wan kiryarên terorîstî, hezar û 742 kes şehîd û birîndar bûn an jî hatin revandin. Sala 2019an DAIŞê 238 kiryarên terorîstî encam dan û di wan êrişan de jî hezar û 58 kes hatin kuştin û birîndarkirin an jî hatin revandin.”

Herwiha Cebar Yawer got, heta niha peywendiyên me li gel welatên hevpeyman û hêzên biyanî weke xwe ne û take tişt ê rû dayî, ragirtina meşq û rahênanê ye û ew jî demkî ye û heta niha ji me re nehatiye gotin ku Herêma Kurdistanê bicî dihêlin.

Derbarê hevkariya hêzên hevpeyman jî Cebar Yawer dibêje, di warê locîstîkî û dayîna çek û teqemeniyan de, “me sûdeke zêde ji hevpeymanan wergirt. Hêzên hevpeyman bi rêya asmanî û zemînî hevkariya hêzên Pêşmerge kiriye û meşq û rahênan jî ji bo Pêşmerge girîng in.”

Di maweyê çend rojên derbasbûyî de biryarek ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hat pesendkirin bo derxistina hêzên biyanî û Cebar Yawer li ser vê mijarê jî dibêje, “Ew biryar e û yasa nîne, wate ji sedî 100 mulzem nîne û divê hikûmet cîbicî bike, ev hikûmeta niha jî karbirêker e û li gor yasa nikare cîbicî bike.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê zehmet dibîne û dibêje, “Bi nêrîna min vekişîna hêzên Amerîkî gelek zehmet e. Ji ber ku ji sala 2003an heta niha Amerîkayê 4 hezar û 384 kuştî û 32 hezar û 180 birîndar dane ku piraniya wan niha kêmendam in. Ji ber hindê vekişîna Amerîkayê zehmet e.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin