CDU: Pêşmerge her cure piştgiriyê heq dike

CDU: Pêşmerge her cure piştgiriyê heq dike

.

A+A-

Ala Şalî

Alîkarê Serokê Komîteya Siyaseta Derve ya CDUyê ya Almanyayê Roderich Kiesewetter ragihand ku dirêjkirina erkê artêşa welatê wan ê li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo parastina Kurdan û rêlibergirtina DAIŞê ye.

Parlamentoya Almanyayê bi awayekî fermî erkê artêşa welatê xwe yê li Îraq û Herêma Kurdistanê saleke din dirêj kir.

Li gorî biryarê, dê di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî de 500 leşkerên Alman ji bo karên şêwirmendî, perwerde û piştevaniya lojîstîk li herêmê bimînin.

Roderich Kiesewetter îro di hevpeyvînekê de ji Rûdawê diyar kir ku ew dê perwerdeya ji bo Pêşmerge û artêşa Îraqê bidomînin û got:

"Ez gelekî kêfxweş im ku parlamentoyê bi piraniya dengan erkê artêşa Almanyayê dirêj kir.

Armanca me zelal e, têkoşîna li dijî DAIŞê û parastina Kurdan li bakurê Îraqê ye."

Parlamenterê Alman diyar kir ku tenê rahênana leşkerî têrê nake û divê stratejiyeke siyasî ya zelal a Ewropayê ji bo herêmê hebe.

Kiesewetter dilgiraniya xwe ya li ser rewşa Kurdan a li Sûriyeyê anî zimên û wiha axivî:

"Kurdan DAIŞ têk bir lê niha di bin zexteke mezin de ne.

Pêwîst e Almanya û Yekîtiya Ewropayê zextê li desthilatdarên nû yên Şamê bikin da ku mafên hemû pêkhateyan û bi taybetî jî yên Kurdan biparêzin."

Kiesewetter bi bîr anî ku Almanyayê cara yekem yasayên xwe guhertine da ku mûşekên "Mîlan"ê ji Pêşmergeyan re bişîne û got:

"Pêşmerge heqê her cure piştevaniyê ye. Em dizanin ku li Kurdistanê navê gelek zarokan Mîlan e, ev nîşaneya wê pêwendiya bihêz e.

Ez û hevalên xwe yên parlamentoyê em hewl didin ku ne tenê erkê leşkerî were dirêjkirin, di heman demê de alîkarî jî bihêztir bibin."

Naveroka Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Alîkar Serokê Komîteya Siyaseta Derve ya CDUya Almanyayê Roderich Kiesewetter wiha ye:

Rûdaw: Parlamentoya Federal a Almanyayê biryar da ku mana artêşa Almanyayê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê saleke din jî dirêj bike. Almanya yek ji welatên girîng ên Koalîsyona li dijî DAIŞê ye û bi salan e rahênanê bi Pêşmergeyan dike. Ez niha bi Birêz Roderich Kiesewetter re me ku îro li parlamentoyê gotarek pêşkêş kir. Birêz Kiesewetter gelekî spas ku tu bi me re yî. Te li parlamentoyê ji bo mana Bundeswehrê (Artêşa Almanyayê) gotarek pêşkêş kir. Ji bo we çi qasî girîng e ku Bundeswehr li Îraq û Herêma Kurdistanê be?

Roderich Kiesewetter:  Gelekî spas. Destpêkê ez bi xwe dilxweş im ku ev erk bi piraniya dengan di parlamentoyê de derbas bû. Lê mijar çi ye? Erkdarkirina artêşa Almanyayê tenê beşek e ji beşdariyeke navneteweyî. Artêşa Almanyayê li Îraq, Qeter û Urdinê li dijî DAIŞê çalak e lê her wiha ji bo rahênan û seqamgîriya hikûmeta Îraqê û parastina Kurdan li bakur jî li wir e.

Tiştê girîng ew e ku ev erk têrê nake, pêdiviya me bi stratejiyeke berfireh ji bo herêmê heye. Dosyeya Sûriyeyê nehatiye girtin. Li Sûriyeyê Kurd dibin hedef lê Kurdan li wir DAIŞ têk bir. Eger DAIŞ ber bi Îraqê ve berfireh bibe, dê li bakur pirsgirêkeke mezin û têkçûna aramiyê derkeve holê. Li Îranê jî berxwedana me heye lê em dikarin paşê li ser biaxivin.

Rûdaw:  Gelo li gorî Almanyayê metirsiya DAIŞê maye? Hûn dixwazin hejmara leşkerên Almanyayê li herêmê zêde bikin?

Roderich Kiesewetter: Erk destpêkê ji bo saleke din hatiye dirêjkirin. Niha 300 leşkerên me li wir in, em dikarin heta 500 leşkeran li wir bi cih bikin. Divê em eşkere bin, Kurd di navbera dualiyan de ne. Ji aliyekî ve ji aliyê Îranê ve (ne hemû Kurd, em cudahiyan dizanin) lê Îraq jî di bin zexta dualî ya Îran û DAIŞê de ye.

Xizmeta mezin a Kurdan ew e ku wan DAIŞ dorpêç kiriye. Niha Kurd li Sûriyeyê di bin zexteke mezin de ne, lewra divê Komara Federal a Almanyayê pêwendiyên xwe yên bi Colanî (Heyeta Tehrîr El Şam) re binerxîne. Gelo rast e ku pêşwazî lê bê kirin? Gelo divê em zexta zêdetir bikin da ku hilbijartin bên kirin û miameleya parastî û guncaw bi Kurdan re bê kirin? Ya herî girîng jî ew e ku derfet nebe DAIŞ careke din serî hilde. Ez hîn vê nabînim, hîn karekî mezin li pêşiya me ye.

Rûdaw: Kurdên li seranserê cîhanê nîgeran in û dibêjin Ewropiyan pişta xwe daye wan. Bêdengiya welatên Ewropayê û bi taybetî ya Almanyayê li hemberî komkujiya ku li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan tê kirin, gelek kes nîgeran kirine. Nêrîna te li ser vê çi ye?

Roderich Kiesewetter: Hikûmeta Federal a Almanyayê hêviyên xwe bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê ve girê didin, çimkî mijar bi îhtimala vegera bi sed hezaran Sûriyeyiyan ji bo welatê wan ve girêdayî ye. Ji bo hikûmeta Almanyayê girîng e nîşan bide ku penaber vedigerin û dixwaze vê wekî destkeftiyekê nîşan bide.

Eger niha zext li meşrûiyetê bê kirin, dibe ku rê li ber vegera penaberan bê girtin. Bi baweriya min ev cihê rexneyê ye û ev nêrîna min a şexsî ye. Girîng e Sûriyeyî vegerin û welatê xwe ava bikin lê xelkê Sûriyeyê pirreng e û welat pirnetewe ye.

Ez bawer im eger em di gotûbêjan de bi Colanî re behsa vê bikin, em dikarin tiştekî pêşkêş bikin, ew jî ew e ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi wî mercî tê piştevankirin ku mafên wekhev ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê pêk bîne, bi taybetî ji bo kêmîne û pêkhateyan.

Rûdaw: Hûn çawa dikarin alîkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê bikin?

Roderich Kiesewetter: Almanya bi tenê gav naavêje, di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de kar dike. Li vir derdikeve holê ku divê em bandorê li Tirkiyeyê bikin, her wiha li ser welatên wekî Fransa û Îtalyayê jî ku berjewendiyên wan li Îraqê hene û bi awayên cuda li wir amade ne. Wate Ewropa li wir ne yekdeng e.

Erkê me ye ku em van helwestan bikin yek û berî her tiştî berevaniyê li mafên pêkhateyên neteweyî û olî yên cuda bikin. Di vî warî de divê em zextê li Sûriyeyê bikin, dibe ku ev bigihêje asta sepandina sizayan. Lê li aliyê din, divê hûn wê zexta navxweyî jî bibînin ku li Almanyayê li ser me ye.

Li vir dibêjim, eger em zextan li ser Sûriyeyê zêde bikin, divê em ji aliyê navxweyî ve ji encaman piştrast bin. Eger em alîkariya Kurdan bikin, DAIŞ dê kêmtir êrişên terorîstî li Ewropayê pêk bîne. Lê eger Kurd rê li ber DAIŞê negirin û kontrol nekin, DAIŞ dê vegere Ewropayê û bi hêztir çalakiyan bike. Divê em bi vî awayî li rewşê binêrin. Ev di berjewendiya me de ye, ne nêrîneke kurtxayen a ji bo pêwendiyeke baş bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re.

Rûdaw: Kurd dibêjin Amerîka û Ewropayê pişta xwe daye me. Nêrîna te çi ye?

Roderich Kiesewetter: Ez dikarim baş ji vê fêm bikim, çimkî Kurd bi dehan sal in hewla dewleteke serbixwe didin lê ne Tirkiye, ne Îraq, ne Îran û ne jî Sûriye rê bi vê nadin. Lewma Kurd li welatên xwe yên cuda neçar in bi desthilatdaran re li hev bikin. Li wir jî dikevin bin zextê û ev jî zehmetiyeke pir mezin e.

Ez hêvîdar im ku rêkeftineke serkeftî be, lewra divê em pişta xwe bi Neteweyên Yekbûyî ve girê bidin û ne wekî Trump ku Neteweyên Yekbûyî wêran dike, divê em her tiştî bikin da ku Neteweyên Yekbûyî careke din bibe xwedî bandor. Pêdiviya me bi gihîştina mirovî heye lê her wiha pêdiviya me bi dadmendiyê ji bo gelê Kurd heye.

Li vir mebesta min ne Ocalan û terorîzma PKKyê ye, mebesta min ew e ku bi milyonan Kurd paşerojekê dixwazin, dixwazin nerm bin û her wiha dixwazin li welatên xwe beşdar bin. Ji bo vê jî pêdiviya me bi Yekîtiya Ewropayê ya bihêz heye û li vir jî Almanya dikare alîkar be.

Bê guman em dikarin bi alîkariya madî alîkar bin, bê guman em dikarin vê li Neteweyên Yekbûyî bikin mijar lê bi taybetî mijar li ser gihîştina mirovî û zextkirina li ser wan welatan e ku mafê çarenivîsê di çarçoveya dewletên xwe de ji bo Kurdan red dikin.

Rûdaw: Birêz Roderich Kiesewetter, ji ber ku niha gefa bihêzbûna DAIŞê heye, proje û bernameya we çi ye ji bo alîkariya Pêşmerge û bihêzkirina şiyanên wan?

Roderich Kiesewetter: Belê ducare, ez bi xwe sala 2017an bi Pêşmergeyan re bûm, li cem Pêşmergeyan bûm bi [mûşekên] Mîlan re li çeperên rojhilatê Mûsilê. Min li wêraniyên rojhilatê Mûsilê temaşe kir û min dît Pêşmerge çawa bi awayekî bihêz li wir azadiyê diparêzin. Ew heqê her piştevaniyekê ne.

Almanayayê salên 2016-2017an baz da ser siya xwe û li herêmeke şer çek gihandin Pêşmergeyan. Ne tenê Ukrayna, li wir jî. Gelek zarok li wir navê wan ê duyem Mîlan e. Ez bawer im divê em xwe bi vê erkê alîkariyê ve girê bidin. Her wiha li hemberî Êzidiyan, li hemberî komên olî yên wekî Zerdeştiyan û yên din. Lewma, ez bawer im erkekî me yê Almanan li ser milan e, ez nikarim soz bidim ku dê wisa be, tenê dikarim bibêjim ez dê hewl bidim û Serokê Fraksiyona me Jens Spahn jî her wiha.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin