Çavuşoglu li Bexdayê: Em dê bi hev re van rojên dijwar derbas bikin

Çavuşoglu li Bexdayê: Em dê bi hev re van rojên dijwar derbas bikin

Wezîrê Derve yê Tirkîyê di serdana xwe ya bo Iraqê de, bi berpirsên Iraqî û Herêma Kurdistanê re rewşa dawî ya li wî welatî û navçeyê gotûbêj kir û ragihand: “Iraq ne bi tenê ye û em dê bi hev re van rojên dijwar derbas bikin.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Tirkîyê, Mevlut Çavuşoglu roja bihorî serdana Bexdayê kir û li gel Serokomar Berhem Salih, Serokwezîrê Karbirêker Adil Ebdulmehdî, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbusî û herwiha hevtayê xwe yê Iraqî hevdîtin pêk anîn.

Mevlut Çavuşgolu paşê di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Ev peyama Tirkîye dixwaze bigihîne ev e, ku Iraq ne bi tenê ye û emê bi hev re wan rojên dijwar derbas bikin. Bi rastî kuştina General Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis û kesên bi wan re, herwiha êrîşên pêş û paş bûyerê û biarmanckirina binkeyên hêzan li nav Iraqê, bûne sedema zêdebûna alozîyan, bi taybet jî di navbera Amerîka û Îranê de.”

Çavuşoglu tekez kir, ku ew wek Tirkîyê ti caran naxwazin Iraq bibe qada pevçûna hêzên derve û bi redkirina wê yekê got: “Iraqê gelek kêşeyên taybet bi xwe hene, wek rûbirûbûna rêxistina terorîstî ya DAIŞê û rêxistinêmn din ên terorê. Di demekê de ku astengên mezin li pêşîyê hene jibo bidestxistina istiqrarê û proseya avedanîyê. Nabe ku dubare bikeve jêr bandora nakokî û milmilanîyên hêzên derve.”

Wezîrê Derve yê Tirkîyê herwiha du pêwendîyên telefonî bi Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re encam da.

Çavuşoglu di wan peywendîyên telefonî de, bi Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re pêşhatên herî dawîn ên li Iraq û navçeyê gotûbêj kir û amaje bi piştevanîya Tirkîyê bo Iraqê kir û ragihand, ku ew dê li ser hevkarî û piştevanîya bo Iraq û xelkê wê berdewam bin.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin