Çaremîn kongireya YNKê dîsa hat paşxistin

Çaremîn kongireya YNKê dîsa hat paşxistin

Biryar bû roja 7 vê mehê kongire were kirin

A+A-

Navenda Nûçeyan- Çaremîn kongireya Yekitîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat paşxistin.

Encumena serkirdetîya YNKê îro civîya. Di civînê de, ku taybet li ser dema kongireyê bû, biryar hat dayîn kongire were paşxistin.

Li gorî medyaya YNKê, çaremîn kongireya YNKê ku biryar bû roja 7 vê mehê were kirin, dê roja 21 vê mehê were kirin û roja 9 mehê jî konferansên melbendan bên kirin.

Lazim bû YNK çaremîn kongireya xwe sala 2010 bike lê ji ber sebebên cur bi cur ev 9 sal in kongire gîro bûye.

YNK sala 1975 ji alîyê Celal Talebanî ve hatîye damezirandin.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin