Cara ewil: ji alîyê Sazîya Ziman a Tirk Ferhenga Kurdî û Tirkî hat çap kirin

Cara ewil: ji alîyê Sazîya Ziman a Tirk Ferhenga Kurdî û Tirkî hat çap kirin

Di dîroka Komara Tirkîye de cara yekem bi awayeke fermî Ferhenga Kurdî û Tirkî ji alîye Sazîya Ziman a Tirk ve hatibû çapkirin û xebatên ferhengê di dema pêvajoya çareserîyê de dest pê kiribûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Yekem ferhenga Kurdî û Tirkî ya fermî ji alîye Sazîya Ziman a Tirk ve hat çapkirin û tê de 13 hezar peyvên Kurdî hene. Lê amadekarên ferhengê amaje dikin ku rayedarên dewletê ji wan re gotibûn ev destpêk e û dê berdewma wê hebe. Amadekar dibêjin divê berdewama ferhengê hebe û zimanê Kurdî jî bibe xwedî statu.

Di dîroka Komara Tirkîye de cara yekem bi awayeke fermî Ferhenga Kurdî û Tirkî ji alîye Sazîya Ziman a Tirk ve hatibû çapkirin û xebatên ferhengê di dema pêvajoya çareserîyê de dest pê kiribûn. Rayedarên dewletê ji amadekarên ferhengê re amaje kiribûn ku ev ferheng dê bibe destpêk û dê berdewama wê jî hebe. Yek ji amadekarên ferhengê Mamosteyê Wêjeyê Zîwer Îlhan dide zanîn ku rayedarên pilebilind ên dewletê bi wan re têkilî danîn û wan hêvî dikir k udi rojên pêş de ferhengeke dewlemendtir û berfirehtir derbixin lê heta niha ti gavek bo berdewamîyê nehatîye avêtin.

Zîwer Îlhan ji K24ê re got: "Ji ber ku cara yekem e ferhengek fermî Kurdî û Tirkî tê amadekirin me ji ber wê gelek bala xwe daye. Du salan vê xebat dewam kir, me hemû ferhengên Kurdî berçav girt û li ser wan lêkolîn kirin. Em çar kes bûn û yek bi yek ser peyvan sekinîn."

Amadekarên ferhengê balê dikêşin ku xebatek wiha ya fermî di heman demê de tê wateya nasîna zimanê Kurdî ji alîye fermî ve jî. Zîwer Îlhan hişyarîyê dide ku ferheng gaveke girîng û hêja ye lê divê wek gava berdewamîyê perwerdeya zimanê dayîkê di pergala perwerdeyê de bi awayeke fermî cih bigire.

ZÎwer Îlhan dibêje: "Dema ku zarok dest bi dibistana seretayî mamoste wan hînî termen razber dikin ku ew terîm ne li ser zimanê dayîkê were fêrkirin zarok fêm nakin. Ji ber wê jî paş de dimînin. Ji ber vê yekê jî divê dema ku zarok çûn dibistanê bi bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê bibinin. Eger bi zimanê dayîkê perwerdeyê nebinin xwe kêm dibinin."

Sazîya Ziman a Tirk bo destpêkê 80 hezar ferheng a Kurdî û Tirkî  daye çapkirin. Di ferhengê de ji ber ku bo destpêkê hatîye amadekirin 13 hezar peyvên bi Kurdî hene û amadekar tînin zimên ku piştî wezîrê Dadê Yê Tirkîyeyê amaje kirî Kurdî zimanekqedîm e û di vê erdnîgarîyê tê axaftin divê di merîyete de jî ev nêrîn were dîtin  û xebatên berdewamîya ferhengê demildest dest pê bikin.

Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin