Çar kesan xwe kuştin

Çar kesan xwe kuştin

Li eyaletên Ormîye û Kirmaşan û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê çar kesan xwe kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Malpera Hengaw ragihandîye, duhî li gundê Tewarmela yê bajarê Sine xortekî 30 salî bi navê Bextîyar Melayî xwe xeniqand.

Li gorî agahîyan, wî xortî ji ber bêkarî û belengazîyê xwe kuştîye.

Roja sêşemîyê (3 vê mehê) jî li nahîya Kotolê ya bajarê Xoy li eyaleta Ormîyê, xortekî 23 salî bi navê Sefer Mihemedî ji ber bêkarî û belengazîyê xwe kuştibû.

Heman rojê li bajarê Serdeştê jî xortekî kurd bi navê Dawûd Zahirî, ji ber sebebek nedîyar, derman xwaribû û xwe kuştibû.

Roja 2 vê mehê jî li Kirmaşanê xortekî kurd bi navê Emîr Mihemedî ji ber bêkarî û belengazîyê xwe kuştibû.

Tê gotin ku ew xortê kurd, serbaz bûye.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin