Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Tevî hemû zehmetîyan jî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê dê biserkeve

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Tevî hemû zehmetîyan jî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê dê biserkeve

.

A+A-

Di 30ê çileya paşîn a 2026an de, di navbera HSD û Rêveberiya Şamê de peymanek hat îmzekirin.

Weha dîyar dibe ku ev peyman bi navbeynkarî û piştgirîya Emerîka, Fransa, Başûrê Kurdistanê û hin hêzên din ên navneteweyî, piştî hevdîtinên dûredirej hatîye îmzekirin.

Em di pêvajoyekê re derbas dibin ku konjonktura jeopolîtîk a li cîhanê û Rojhilata Navîn li aleyhê kurdan de pêş dikeve; konsepta navneteweyî ya li dijî kurd û bi taybetî Emerîka li Rojavayê Kurdistanê li şûna kurdan, zêdetir sîyaseteke ku Rêveberiya Şamê diparêze dimeşîne. Her wieha, em dibînin ku biryarên Konferansa Qamişloyê ji aliyê HSD, PYD û Rêveberîya Xweser ve nehatine pêkanîn û Heyeta Temsîlî ya ku konferansê hilbijartibû, hatîye paşguhkirin. Eşkere ye ku Peyman, di atmosfereke weha de, ku van faktorên bingehîn destê kurdan lawaz kirîye, hatiye îmzekirin.

Li hemberî vê rastîyê, li şûna biryara berxwedan û şerî, îmzekirina vê peymanê ji aliyê HSDyê ve ji bo ku rê li ber komkujîyên mezin neyê vekirin, helbet ji bo gelê me biryareke ehvenî şer e.

Her çiqas, em nikaribin ji nuha bizanibin ka li gorî balansa hêzan, dê rengekî çawa bigre jî berîya her tiştî, em dikarin bibêjin ku ev peyman, ji bo ragihandina agirbesteke mayînde, ji bo bi rêya dîyalogê çareser kirina pirsgirêkan û rakirina dorpêçên li ser Hesekê, Qamişlo û Kobanî, afirandina zemînekê ji bo alîkariyên mirovî û bi kêmî ve ji bo nuha rêlibergirtina li metirsîya komkujîyan, dê zemîneke ku di lehê kurdan de ye çêbike. Her weha bi vê peymanê kurdên ku neçar mabûn ji Efrîn, Girê Spî, Şêx Meqsûd, Eşrefiye, Serê Kanî û deverên din derkevin, dê bikaribin vegerin bajar û gundên xwe. Ev jî herweha xaleke girîng e, di lehê kurdan de ye.

Lêbelê, tevî ku li gorî dema Rejîma Esadî, ji alîyê Şamê ve wek fermî ji bo herêmên nuha di destê kurdan de ne hin xalên leşkerî, îdarî û çandî yên di lehê kurdan de hatibe îmze kirin jî; eşkere ye ku naveroka peymanê ji wê çarçoveya sîyasî ya ku di 26ê Nîsana 2025an de di Konferansa Qamişloyê de hatibû diyarkirin, gelekî paşdetir e. Nemaze di peymanê de, mafên kolektîf ên bingehîn ên mîna perwerdehîya bi zimanê kurdî, qebûlkirina kurdî wekî zimanê fermî û statuyeke neteweyî, coxrafî, sîyasî ku hemû Rojavayê Kurdistanê li xwe bigire nehatîye bicîh kirin. Herweha di peymanê de tu tesbît nehatîye kirin da ku dê van mafên neteweyî, demokratik yên kurdan yên ku me anîne zimên di Destûra Bingehîn ya Nû ya Sûrîyeyê de bêne bicîh kirin. Bi vî awayî, metirsî heye ku di pêvajoya pêş de gelê Kurd bi xeter û astengîyên cidî re rûbirû bimîne.

Heger hêzên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi sîyaseteke neteweyî ya hevpar û bi temsîlîyeteke yekgirtî û yekrêzî tevbigerin, dikarin vê peymana bi Şamê re wekî derfetekê bi kar bînin. Ev dikare bibe gava yekem ji bo ku kurd di rewş û hawîrdoreke bêşer de xwe bi ser hev de bînin, birînên xwe bipêçin û bingehê ku çarçoveya sîyasî ya Konferansa Qamişloyê di Destûra Nû ya Sûriyeyê de cîh bigre bihûnin.

Di girtina biryara agirbesta mayînde û cîhgirtina hinek xalên di lehê kurdan de ne; têkoşîna girseyî ya piralî û yekîitiîya neteweyî ya kurdên çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê, her wieha hewildanên dîplomatîk û helwesta biryardar ya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî roleke mezin lîstine.

Di vê pêvajoyê de hestên neteweyî, yekîtî û piştgirîya ku di navbera kurdên cîhanê de ava bûye, bûye yek ji destkeftîyên herî mezin.

Weke ku heta îro pêk hatîye, ji îro pê ve jî ku kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û hemû kurdên dîasporayê bi şîara "Yek e, yek e, yek e, Kurdistan yek e. Yek e yek e, yek e, gelê kurd yek e" bi yekdilî û yeksengî piştgirîya gelê me yê Rojavayê Kurdistana bikin;  Rêvebirîya Başûrê Kurdistanê di asta navneteweyî de û bi peywendîyên bi Rêveberêya Şamê re, ji bo parastina mafên neteweyî û demokratîk ên gelê me, helwesta xwe ya çalak û biryardar bidomîne,dê di rojên pêş de, destê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê gelekî xurtir bibe.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê, Emerîk û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Sûriyeyê dikin ku bibin garantorê berdewamiya agirbestê; ji îro pê ve helwesteke çalak nîşan bidin da ku mafên neteweyî, demokratîk û kolektîf ên miletê Kurd û mafê xwebirêvebirina bi statuyeke neteweyî, coxrafî û siyasî di destûra nû ya Sûriyeyê de cîh bigire.

Têkoşîna azadîyê ya gelê me ya li Rojavayê Kurdistanê dê bi tu awayî û tu carî ranaweste. Têkoşîna gelê me, têkoşîna hêzên welatparêz ên li ser xeta neteweyî, tevî hemû êrîşên Rêveberîya Şamê, destwerdanên Dewleta Tirkiyeyê û helwestên entegrasyonîst ên ku statuya sîyasî ya kurdan tune dihesibînin jî dê berdewam bike. Têkoşîna neteweyî û demokratîk ya gelê me ya ji bo statuyeke neteweyî, coxrafî û sîyasî ketîye qonaxeke nû. Her çiqas pêvajoyeke dirêj û dijwar be jî di dawîyê de miletê Kurd dê bi ser bikeve.

Partîya me, her dem dê li rex têkoşîna gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ya ji bo mafên neteweyî, demokratîk û statuyeke milî, coğrafik, siyasî be.

01.02.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin