Blinken: Îran amadekariyên çêkirina çekên atomî dike

Blinken: Îran amadekariyên çêkirina çekên atomî dike

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand , eger rewş wiha biçe pêş Îran tenê di nava çend heftiyan de dikare çekên atomî çê bike. Bilînken dibêje, heta niha jî nediyar e ka Îran amade ye gavên pêwîst bavêje û vegere nav pabendiyên xwe bi rêkeftina etomê yan na.

Blinken li Kongrêsê axivî û got: “Rapor wiha nîşan didin ku eger rewş wek niha berdewam be, em geşbînane jî bêjin her çend meh dimînin ku Îran derbasî wê qonaxa komkirina uranyûma pêwîst bibe, ji bo çêkirina çekên Atomî. Lê rewş wiha ye ku eger berdewam be, ew xala debrasbûna Îranê bo wê qonaxê, dema wê tenê çend hefte ne.”

Hevtayê wî yê Îranê jî karvedan pêşan da û got: “Hê nediyar e Joe Biden û Bilînken amade ne siyaseta givaşa herî zêde ya Dobnald Trump û Mike Pompeo binax bikin yan na?”

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di twittekê de nivîsiye: “Îran pêbendê rêkkeftina etomê ye. Ji bo ku bizanin tenê benda 36 bixwînin. Dem ji bo guhertinê guncaw e.”

Roja Duşemê, 07.06.2021 Encûmena Dadwerî ya Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî derbarê pirsa Atomî ya Îranê de civiya.

Rêveberê Ajansa Navdewlêtî ya Enerjoya Atomî Rafael Grossi piştî civînê got, di civnîna Encûmena Dadwerî de, wî ji dadweran re gotiye ku heya niha jî Îranê bersiva pirsên Ajansê derbarê hebûna şopa uranyûmê li bingeheke veşartî de nedaye. Herweha di derbarê cihekî din yê çalakiyên nehênî yên Atomî de ne ye zanyariyan bide ajansê.

Heta niha pênc gerên danûstandinan di navbera aliyan de li Viyennayê hatine lidarxistin, lê belê tevî hinek geşbîniyan û hin pêşketinan, çarenivîsa danûstandinan hêj ne diyar e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin