Birîtanîya: Em bi hemû şêweyekê li gel Pêşemerge berdewam dibîn

Birîtanîya: Em bi hemû şêweyekê li gel Pêşemerge berdewam dibîn

Di peywendîyeka telefonî de, mêcer ceneral Sêr Con Lorîmer, şîwermendê bilindê serbazî yê hikumeta Birîtanîya li Rojhelata Navîn û bakûrê Efrîka, stayîşa hewil û pêngavên Şoriş Îsamyîl, wezîrê Pêşmerge yê hikumeta Herêma Kurdistanê kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Evro, mêcer ceneral Sêr Con Lorîmer, şîwermendê bilindê serbazî yê hikumeta Birîtanîya peywendî bi wezîrê Pêşmerge kir û rewşa niha ya Herêm û deverê, pirsa bizav û livînên teroristên Daişê û metirsîya derde Koronayê û rewşa abûrîya welat û berdewamîya piroje ya çaksazîyan li wezareta Pêşmerge gengeşekirin.

Di destpêkê de wezîrê Pêşmerge serexweşî li mêcer ceneral Sêr Con Lorîmer û gelê Birîtanîya kir bo ji destdan wan hevwelatîyên birîtanî bi sedema Koronayê.

Derbarê metirsîyên bizav û livînên Daişê li deverên cuda bi sedema valahîya ewlekarîyê, wezîrê Pêşmerge, amaje bi wê yekê kir, ku wan çend caran hoşdarî daye ji hebûna wê valahîya ewlekarîyê û nebûna hevahengîyê li gel hêzên Pêşmerge.

Derbarê pirsa Koronayê û lêkevteyên wê yên abûrî û daketina behayê petrolê li bazarên cîhanê, wezîrê Pêşmerge xuya kir, ku bi sedema wê yekê rewşa abûrîya Herêmê xirab bûye û bandora rasterast kirîye ser jîyan û jîyara hêzên Pêşmerge.

Di beranber de, şewermendê mezinê hikumeta Birîtanîya xuya kir, ew dê berdewam bin li hevkarî û hevahengîyê li gel hikumeta Herêmê û wezareta Pêşmerge.

 Di pişkeka dî ya peywendîyê de, mêcer ceneral Sêr Con Lorîmer,  hevxemî ya xwe bi wezîrê Pêşmerge re ragehand bo ji destdana dû Pêşmerge yên qehreman ku bi destên çeteyên Daişê li Kulleco hatin şehîdkirin.

Di dawîyê de, şêwermendê hikuemta Birîtanîya stayîşa biryar û hewlên wezareta Pêşmerge kir û berdewamîya piroseya çaksazîyê û pêngav havêtin bo baştirkirina jîyan û jîyara Pêşmerge û got jî: Em bi hemû şêweyekê li gel hewe berdewam dibîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin