Bîrdariya 8 hezar Barzaniyên hatine jenosîdkirin hat çêkirin

Bîrdariya 8 hezar Barzaniyên hatine jenosîdkirin hat çêkirin

.

A+A-

Rêveberê Şehîd û Enfalkiriyan li Barzan Rêbiwar Remezan Barzanî ragihand, monûmenta (bîrdarî) 8 hezar enfalkiriyên Barzan hatiye çêkirin û heger korona rê bide di helkefta 38 saliya jenosîdkirina 8 hezar Barzaniyan de wê proje were vekirin.

Rêveberê Şehîd û Enfalkiriyan li Barzanê Rêbiwar Remezan Barzanî daye zanîn, di roja 31.07.1983ê rejîma Beasê 8 hezar Barzanî jenosîd kirin ku heta niha bi tenê 596 rufat bi dû qonaxan ji bo Kurdistanê hatine vegerandin û li Barzanê hatine veşartin û hîn jî hemû rufatên jenos3idkiriyên Barzaniyan nehatine vegerandin ku îsal ji bo salvegera jenosîdkirina 8 hezar Barzaniyan eger vîrûsa Koronayê rê bide wê proje bêne vekirin.

Li gorî nûçeya BasNewsê Rêbiwar Remezan Barzanî gotiye: “Em li benda tedbîrên lîjneya bilind ya Koronayê ne, ji ber ku vîrûsa Koronayê belav bûye. Em dixwazin jiyana welatiyan bê parastin, lewre jî hîn jî me biryara dawî li ser saxkirina salvegera jenosîdkirina Barzaniyan nedaye.”

Herwiha Rêbiwar Remezan Barzanî daye xuyakirin: “Monumenta jenosîda Barzaniyan hatiye çêkirin ku bi rengekî endezyarî gelek ciwan hatiye duristkirin, me dil heye îsal vekin ku dîzayneke gelek ciwan hatiye danîn ji bo monumentê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin