Binkeya HSDê û Hevpeymanan li Dêrezorê rastî êrişê hat

Binkeya HSDê û Hevpeymanan li Dêrezorê rastî êrişê hat

.

A+A-

HSDê ragihand, îro Çarşemê 7 Tîrmehê, êrişeke bi dronî bo ser hêzên wan û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li bîrên neftî yên Heqil El-Umer li Dêrezorê hatiye pêkanîn.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser tiwittera xwe belav kiriye, li gorî raporên destpêkê, êriş hatiye têkbirin û di êrişan de ti zirar çênebûne.

Ferhad Şamî ragihandiye: “Tam di demjimêr 10:15 de bi dema Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzên me û Hevpeymaniya Navdewletî yên pispor di şerê li dijî DAIŞê de li navçeya Heqil El-Umer li Dêrezorê rûbirûyê êrişên dijminane yên firokeyên bê firokevan bûn. Raportên destpêkê tekez dikin êriş hatine têkbirin û ti zirarek çênebûye. Eger hûrgiliyên zêdetir hatin, em dê belav bikin.”

Rûdawê têkildarî êrişê bi rêya emailê têkilî bi Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto kir, lê heya niha bersiv nedaye.

Li aliyekê din, her îro li Iraqê jî êrişeke bi mûşekan li dijî binkeya Eyn El-Esed hat encamdan ku hêzên Ameerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî lê dimînin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê, Wayne Marotto nûçeya êrişa ser vê binkeya serbazî piştrast kir û ragihand, bi 14 mûşekan êrişî Binkeya Esmanî ya Eyn El-Esed hatiye kirin.

Wayne Marotto diyar kiriye, li gor agahiyên destpêkê di encama êrişê de 3 kes birîndar bûne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin