Biden dest bi geşta xwe ya yekemîn dike

Biden dest bi geşta xwe ya yekemîn dike

.

A+A-

Serokê Amerîka Biden, îro dest bi geşta xwe ya yekemîn dike û berê xwe dide Ewropayê.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, di vê geştê de dê seredana Brîtanya, Belcîka û Swîsreyê bike û 14ê Hezîranê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan jî bibîne.

Serokê Amerîkayê Biden wê berî her tiştî li bajarê Suffolk ê Brîtanya seredana hêzên serbazî ên Amerîkayê bike.

Sibe jî dê li nêzîkî cihê civîna G7 li Cornwall Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson bibîne.

Joe Biden, dê ji roja Înê heta Yekşemê jî beşdarî civîna welatên G7 bibe û tê çaverêkirin ku li wir li gel Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel jî bicive.

Her wiha wê Serokê Amerîkayê û Xanima Yekem (First Lady) Jill Biden roja Yekşemê li Qesra Windsor ji aliyê Şahjina Brîtanî Elizabetha duyemîn ve jî bêne pêşwazîkirin.

Biden 14ê Hezîranê roja Duşemê jî derbasî Bruksela paytexta Belcîka dibe û li wir jî beşdarî civîna NATO dibe. Heman rojê wê hevdîtinekê li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî pêk bîne.

Roja Sêşemê jî dê Biden nûnerên payebilind ên YE bibîne û Çarşemê jî li Cinêv piştî hevdîtina li gel Serokê Rûsya Vladimir Putîn vegere Amerîkayê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin