Bi Organîzasyona PAK û PSKyê Li Amedê Bibîranîna Mele Mistefa Barzanîyê Nemir Hate Lidar Xistin

Bi Organîzasyona PAK û PSKyê Li Amedê Bibîranîna Mele Mistefa Barzanîyê Nemir Hate Lidar Xistin

Roja 07.03.2020an li Amedê bibîranîna Mele Mistefa Barzanîyê nemir bi beşdarîyeke gelek berbiçav û girseyî hate li dar xistin.Gelek telewîzyonên Kurdî jî ev çalakî şopandin.

A+A-

Roja 07.03.2020an li Amedê bibîranîna Mele Mistefa Barzanîyê nemir bi beşdarîyeke gelek berbiçav û girseyî hate li dar xistin.Gelek telewîzyonên Kurdî jî ev çalakî şopandin.

 

PAK û PSK ev civîn organîze kiribûn, lê belê HAK-PARê jî piştgirîya vê bibîranînê kir, gelek rêvebir û endamên HAK-PARê, gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, kesayetên ji potansîyela PDKyê, ji gelek tradîsyon û dor û berên Kurdistanî sîyasetmedarên Kurd jî beşdarî bibîranînî bûn.

Telewîzyonên Kurdî eleqeyeke baş nîşanî bibîranînê dan.

Civîn bi sirûda Ey Reqîbê jibo şehîdên Kurdistanê bi rêzgirtinê destpêbû.

Li ser navê organîzasyona bibîranînê endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Hanîfî Tûran axaftinek kir. Paşê sînevîzyoneke ku ji 38 deqîqeyan pêk hatî, di derbarê jîyan û têkoşîna Mele Mistefa Barzanîyê nemir de hate nîşandan.

Piştî sînevîzyonê navberek hate dayîn.

Di beşa duyem a bibîranînê de, ewil Lokîner Kerem Serhedî, paşê jî nivîskar, lêkolîner Seîd Veroj di derbarê jîyan û têkoşîna Mele Mistefa Barzanîyê nemir de axivin. Seydayê Mele Îmadî û Şêx Mîzbehê Silîvî jî di derbarê Mele Mistefa Barzanîyê nemir de helbest xwendin.

Di beşa sêyem a bibîranînê de beşdarên civînê di derbarê Mele Mistefa Barzanîyê nemir de hest û bîr û rayên xwe anîn ziman.

Bibîranînê du seet û nîvan berdewam kir.

 

Mela Mistefa Barzanî kî ye?

Mela Mistefa Barzanî îyanake pir bi tekoşîn borand û di dirêjahîya sedsalekî de mohra xwe li tekoşîna azadîya gelê kurd xist.

Mele Mistefa Barzanî kurê şêx Mihemed Barzanî ye, 14ê Adara sala 1903 li gundê Barzan ji dayîk bûye.

Mela Mistefa Barzanî, di zarokatîya xwe de di nav tevgera rizgarîxwaz a gelê kurd de mezin dibe. Ew di sê salîya xwe de ligel dayika xwe li Mûsilê di zîndana Osmanîyan de dimîne.

Malbata Mela Mistefa Barzanî, di destpêka sedsala 20an de dikeve nav tevgera neteweyî ya kurd. Birayê wî yê mezin Şêx Abdulselam Barzanî ji tevgera gelê kurd re serokatî dike.

Mela Mistefa Barzanî di sala 1943 ê ve dest bi karê şoreşê li dijî rejîma Iraqê kirîye û rêveberîya tevgera rizgarîxwezîya gelê Kurdistanê kirîye.

Barzanîyê Nemir sala 1919 beşdarî şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd dike û dibe berpirsê hêzeke 300 kesî. Sala 1920 Şêx Ehmed Barzanî Mela Mistefa dişîne ba Şêx Seîdê Pîran li Kurdistana Bakur ji bo ku hemahengîyek di navbera şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd bê kirin.

Mela Mistefa Barzanî di salên 1931-32 de, li devera Barzan û li gundên Mêrgesor û Şêrwan fermandehîya pêşmergeyên ku şerê Înglîz dikirin, bûye. Jîrbûna Mela Mistefa di warê serbazî û şerkerîyê de li wir eşkere dibe.

Sala 1932 dema hikûmeta wê demê ya Iraqê bi alîkarîya Brîtanya êrişî hêzên kurd, Şêx Ehmed Barzanî tê girtin ji ber wê jî Mela Mistefa dest bi rêbertî û rêxistina hêzên Kurd dike.

Hikûmeta Iraqê salekî piştî wî şerî lêborînê bo hêzên Pêşmerge û malbatên Barzanî derdixe ji ber wê jî ji sala 1936 heta 1943 çalakîyên serbazî ji alîyê Pêşmerge ve tê sekinandin. Sala 1943 dîsa xebata pêşmergetîyê û tevgera Kurdî ji alîyê Mela Mistefa Barzanî ve dest pê dike.

Serdema Komara Kurdistanê li Mehabadê

Mela Mistefa Barzanî di sala 1943ê de diçe Sileymanîyê û ji wir derbasî Rojhelata Kurdistanê bajarê Mahabadê dibe. Mele Mistefa Barzanî li Rojhelata Kurdistanê bi serokeşîrên kurd re danûstandinan dike û ev serdana wî hemû kurdan kêfxweş dike.

Mela Mistefa Barzanî di Tîrmeha 1945ê de vedigere Başûrê Kurdistanê, li gundan bi serokeşîran re danûstandin dike û di civînê de biryar te girtin ku li hemberî dewletê şerê pêşmergetî bimeşînin.

 Heman salê Mela Mistafe Barzanî û pêşmergeyên wî vedigerin Rojhelata Kurdistanê tevlî desthilatdarîya Partîya Demokrat a Kurdistanê  dibin. Ew di sala 1946an de di avakirina Komara Kurdistanê ya Mahabadê de rolek gelek girîng dilîzin. Mela Mistefa Barzanî, di Komara Kurdiatanê de dibe serleşker.

Dema ku desthilata Îranê êrişî Kurdistanê dikin, ew ji Qazî Mihamed daxwaz dike ku li berxwe bidin lê Qadi Mihemed biryara şer qebûl nake. Dema Qazî Mihemed biryara mayînê dide, Ala Kurdistanê jî wek emanetekê teslîmî Mele Mistefa Barzanî dike.

Mela Mistefa Barzanî bi 500 hevalên xwe ve derbasî Yekîtîya Sovyetê dibe. Li Sovyetê jî bo mafên xwe û hevalên xwe dikeve nav çalakîyan. Di sala 1946ê de li Yekîtîya Sovyetan, Partîya Demokrata Kurdistan a Iraqê tê damezrandin û Mele Mistefa Barzanî, dibe serokê partîyê.=

Mele Mistefa Barzanî, di sala 1958ê de dema ku desthilatdarî li Iraqê tê guhertin, bi ser rêya Misirê re vedigere Iraqê..Vegere Mele Mistefa Barzanî li ser tevgera neteweyî ya hemû parçeyên Kurdistanê bandor dike.

Li Iraqê piştî ku desthilatdarî hat gûhertin, Qanûna Bingehîn (Makezaga) ya nû hat pejirandin. Di makezagonê hat qebûl kirin ku Iraq ji du miletan, miletê kurd û ereb pêk tê. Kurd dê welatê xwe birêvebibin. Herwiha PDK li Iraqê dibe partîyek yasayî.

Lê desthilatdarîya Iraqê, piştî ku xwe xurt kir û lingên xwe da erdê, êrişî Kurdan kir û Mela Mistefa Barzanî jî, di Îlona 1961ê de dest bi şoreşê kir. Şoreşa Kurdistanê gelek serkeftî bû. Lê di nav kurdan de perçebûn (1964) pêk hat.

Lê dîsa jî ev şoreşa kurdan ya di bin serokatîya Mele Mistefa Barzanî de heta sala 1970ê berdewam kir.. Desthilatdarîya Iraqê û rejîma Baesê mecbûr bûn ku li Kurdistanê Otonomî qebûl bikin. Ev têkoşîna neteweya Kurd di bin serokatîya Mele Mistefa Barzanî de di 11ê Adara 1970ê de bi Otonomîya Kurdistanê gihişt encamê.

Neteweya kurd pêşî de facto û pişt re jî bi hiqûq û bi pejirandina mekezagoneke nû, bi Peymana 11ê Adara 1970yê bû desthilatdar. Otonomîya Kurdistanê bi desthilatdarî û hêza xwe ya pêşmergeyan nîv dewletek serbixwe bû.

Mele Mustafa Barzanî dîsa di 1974an de dest bi şerê çekdarî kir.

Piştî şikestina Şoreşa Îlonê, Mela Mistefa Barzanî hewl da bi rêya têkilîyên xwe yên taybet piştevanîyekê ji gelê kurd re peyda bike û bi vê armancê berê xwe da Amerîkayê

Mela Mistefa Barzanî di sala 1979an de li nexwaşxaneyekî Amerîkayê koça dawîn kir.


1-004.jpeg

1-073.jpg

3-082.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin