
Bi hezaran welatiyên Kurd û Îranî ji ser deriyê Wanê ji şer reviyan
.
Hate ragihandin ku piştî êrîşên berfireh ên Îsraîlê ku 13ê Hezîranê dest pê kirin, bi sedan welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi rêya Deriyê Sînorî yê Kapikoyê yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de ji şer direvin.
Hate diyarkirin ku ji ber vê rewşê li otogara Wanê jî qerebalixiyeke zêde çêbûye ku gelek kes ji ber şer reviyane û dixwazin derbasî cihên ewle bibin.
Berpirsekî kompanyayeke otobusan a Wanê ragihand, "Sînor niha vekirî ye. Îro 28 wesayitên me hatin. Hatin gelekî zêde ye. Wekî tê zanîn şer heye. Bi asayî di rojekê de 7-8 otobûs dihatin lê niha tenê danê sibehê 28 wesayit hatine. Xelk ji ber şer direve. Heta êvarê dibe ku ev hejmar bigihe 200 wesayîtan."
Hêjayî gotinê ye, xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê, Wanê ji bo xwegihandina bajarên mezin ên Tirkiyeyê yan jî Ewropayê wekî cihekî derbasbûnê dibînin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin