
Bi amadebûna Mesrûr Barzanî merasîma ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxo birêve diçe
.
Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma ragihandina îdareya sebixwe ya Zaxo birêve diçe.
Îro duşemê 20 Îlonê di demjimêr 11:00an de, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîma ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxo dê were lidarxistin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 28ê Tîrmeha 2021ê de biryar da, navçeyên Soran û Zaxo bibin îdareyên serbixwe û wezaretên pêwendîdar ji bo cîbicîkirina vê biryarê raspart.
Zaxo dikeve bakurê parêzgeha Duhokê, ji sala 1864an ve bûye qeza, rûbera wê 1209 kîlometre çargoşe ye û hejmara nişteciyên wê zêdetirî 300hezar kes e, ji bilî vê hejmarê, 90 hezar aware û penaber li vê qezayê dijîn.
Qezaya Zaxo ji bajarojên nahiyeyên Batîfa, Derkar û Rizgarî pêk tê, li sînorê qezayê 187 gund hene, 92 gund avakirî û 95 gund jî ji ber şerê PKK û Tiriyê nehatine avakirin.
Ji aliyê aborî be pêgeheke girîng a Zaxoyê heye û Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl li sînorê qezayê Zaxo ye ku Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bi hev ve girê dide û rêyeke bazirganiyê ya girîng e ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê.
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin