Beşdarbûna Kurdan di Şerê Cîhanê yê Duyem de

Beşdarbûna Kurdan di Şerê Cîhanê yê Duyem de

Di vîdeoyeke qedîm a Sovyeta Berê de behsa beşdarbûna Kurdan di Şerê Cîhanî yê Duyem de tê kirin ku bi mêrxasî mil bi milê serbazên Sovyeta Berê şer kirine. Li Rûsyayê 9 Gulanê, Roja Serfirazîya di Şerê Mezin ê Niştimanî de ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hemû gelên Yekîtîya Sovyeta Berê, Kurd jî di nav de, Roja Serfirazîyê pîroz dikin û kesên bi jîyana xwe welat parastine, bibîr tînin.

Mareşalê Yekîtîya Sovyetê Ivan Bagramyan di bîranînên xwe de li ser beşdarbûna Kurdan di Şerê Niştîmanî de nivîsîye:

"Di salên Şerê Mezin ê Niştîmanî de (Şerê Cîhanê yê Duyem), dema Yekîtîya Sovyetê rûbirûyê metirsîyeke kujende bû, ku gelê Kurd cara yekem di dîroka xwe de azadîya neteweyî ya rastîn û bextewerî lê bi dest xistine, Kurdan jî mîna  gelên din ên bira, xwe wek niştîmanperwerên qewîn ên Sovyetê ispat kirin.  Hemû şervanên Sovyetê yên Kurd, ku min di enîyê de li rex wan şer kirîye, erkên xwe yên serbazî bi mêrxasî pêk anîne."

Ev yek di wê demê de ye ku Kurdên Yekîtîya Sovyetê di salên 1936-1944an de rûbirûyê zordestî û sîtemkarîya rejîma Stalîn a zalimane bûbûn.

Li gor vîdeoyê ku ji Rûsî bo Kurdî hatîye wergerandin, şervanên Kurd di gelek enîyan de beşdarî şerê dijî artêşa Alman a Nazîyan bûne; bi taybetî di berevanîya Moskow, Lenîngrad û Stalîngradê, di şerê berevanîya Kafkasyayê de, di rizgarkirina Kirimê de; di nav hêzên enîyên Ûkrayna, Belarûs û Baltikê de.

Gelek Kurd di cengên rizgarkirina  bajarên Ewropî yên mîna Belgrad û Varşova, Bûdapeşte û Vîyaneyê  de, herwiha li Prussyaya Rojhilatî di têkşikandina artêşa Nazîyan de, di derbasbûna Çemê Oderê û kontrolkirina Berlînê de jî bi mêrxasî şer kirine.

Şervanên Kurd di nav wan hêzên Sovyetê de jî cîh girtibûn ku dijî artêşa Kwantung a Japonî şer dikirin. Mêrxasên Kurd li Ûkrayna û Fransa jî di refên tolhildêrên gel de jî mêrxasî nîşan dane.

Gelek şervanên Kurd bi paşnavên Azerî, Ermenî û Turkmenistanî şer kirine û lewma jî navê piranîya wan di nav lîsteyên giştî yên wan gelan de wenda bûne. Lê dîsa jî qehremanîya wan xizmeta serfirazîya gelê Sovyetê ya di şerê herî xwînrej ê di dîroka mirovayetîyê de kirîye.

Bi saya keda  bêhempa ya zanayê Kurd Xemo Çetoyev piştî demekê navê gelek şervanên Kurd û çîrokên qehremanîya wan a di Şerê Cîhanê yê Duyem de hatine peydakirin.

Navên beşek ji wan Kurdên ku beşdarî Şerê Cîhanê yê Duyem bûne;

Verdîyev Ewez Heşîm ogli, Memmedov Hemze Cebrayil ogli, Sîyabendov Semend Alîyevîç, Mustafayev Bekir Dursunovîç, Nebîyev Şemil Xidirovîç, Kalaşyan Mecîd Alîyevîç, Rizgîyev Cindo, Abbasov Letîf Balaceyevîç, Abdullayev Mûsa Alîyevîç, Abdullayev Oruc Hesenovîç, Abuşov Abûş Idadovîç, Avdalyan Başdî Şemoyevîç, Avdoyan Sifûk Şaveşovîç, Avdoyev Elî Mistoyevîç, Avdoyev Nabrî Rutoyevîç, Acoyev Celîl Şakîrovîç, Azmanov Ûbeyt Amarovîç, Alîyev Adil Recebovîç, Alîyev Aydin Siloyevîç, Alîyev Husen Kerîmovîç, Aloyan Mixayil Cindîyevîç, Esadov Alaş Kûmayevîç, Esedyan Kerem Keleşovîç, Ehmedov Penah Nagîyevîç, Ehmedov Feremez Suleymanovîç, Ehmedov Suleyman Tehmez ogli, Ehmedov Hesen Tehmez ogli, Axoyan Seydo Dadayevîç, Bayramov Zaman Abdullayevîç, Bakoyev Ûsîk Bakoyevîç, Bekroyev Teymûraz Mamoyevîç, Baloyev Teymûr Abbas ogli

Cevoyan Wezîr Asoyevîç, Hesenov Memed Mûradxanovîç, Hesenyan Xudada Kalaşovîç, Daloyan Casim Atarovîç, Ceferov Salah Bakîrovîç, Ceferov Sehet Qûlîyevîç, Cindî Simoyê Sivûk, Kaloyan Ehmed Ismaîlovîç, Kasoyan Seîd Egîtovîç, Koçoyan Çaço Temoyevîç, Qûlamov Elî Zamanovîç, Nadîrov Îso Şamoyevîç, Qafarov Remezan Makarovîç, Keleşov Temo Mîxayilovîç, Keleşyan M. A., Biroyev Keleş Kerîmovîç, Kalûyan Fyodor Xatoyevîç, Memedov Kazim Bagirovîç, Memedov Elî Ebdurehmanovîç, Mehmûdov Ereb Elîyevîç, Mehmûdov Yûsûf Elîyevîç, Mûratov Xaçîk Şaboyevîç, Nebîyev Kemal Xidirovîç, Newrozov Îbrahim Ehmedovîç, Osmanov Sebrî Matoyevîç, Ozmanyan Nemo Atamovîç, Paracov Î.M., Rûsoyan Efo Xûdoyevîç,          Sadoyan Celîl Xanoyevîç.

Suleymanov Mûraz Mîrzoyevîç, Sûltanov Darab Cabarovîç, Temoyev Prîstav Qûlîyevîç, Selmoyan Germir Sayadovîç, Sloyan Sivîk Alîyevîç, Siloyan Cimo Asoyevîç, Suloyev Amar Usibovîç, Tamîrov Ceko Şaveşovîç, Temoyev Efo Cevoyevîç, Teymûrov Çamîr Yûsûpovîç – mîralay, Teymûrov Hiso, Seferov Elî Kûrîmovîç, Ûsoyev Seidê Eslan, Ûsibyan Dewrêşê Serdar, Ferecov Bextîyar Xanlarovîç, Ferecov Îbrahîm Memedovîç, Faroyan Qûlî Koçoyevîç, Xşdoyan Ordî Xardîyevîç, Xûdoyan Mûraz Mardoyevîç, Xûdoyan Selîm Abasovîç, Xûmoyan Celîl Mistoyevîç,Şemilzade Gurşad Şamilevîç, Çeroyev Î.Ş., Şeroyev Ehmed Îbrahîmovîç, Şîrînov Îbrahîm Îbdullayevîç, Şavêşyan Emê Seyadovîç, Çetoyev Tîmûr Magoyevîç, Çaloyan D.A., Çaloyev Efo Makarovîç, Yaratov Mîxayîl Kasoyevîç.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin