Beşar Esed efûya giştî derxist

Beşar Esed efûya giştî derxist

.

A+A-

Serokê Sûriyê Beşar Esed biryara lêxweşbûna giştî derbarê çend tawanan de derxist.

Serokê Sûriyê Beşar Esed, Îro Yekşemê 2ê Gulanê mersûma yasayî ya hejmar 13 a derbarê efûya giştî ya ji bo çend tawanan de derxist.

Li gor fermana Serokê Sûriyê, kesên ku berî roja 2 Gulana 2021an tawan kiribin têne efûkirin, hjerwiha kesên ku ji leşkeriyê reviyane jî têne efûkirin, lê divê ew kes piştre biçin leşkeriyê bikin.

Fermana Esed a bo efûya giştî li Sûriyê ji 3 beş û 23 maddeyan pêk tê û îro li rojnameya fermî ya wî welatî hat belavkirin.

Di maddeya 21 a fermana efûyê de hatiye gotin, efûya giştî kesên ku beşdarî di tawanan de kirine û xwe veşartine û ji dadperweriyê reviyane, li xwe negire, tenê wê demê dibe eger di nava 6 mehan de xwe radestî aliyên pêwendîdar bikin.

Ev efûya giştî bi taybet nexweşên li zindanan ku nexweşiyên giran hene û dermankirina wan tune ye, li xwe digire û hatiye ragihandin, ku jibo destnîşankirina wan kesan, Wezîrê Dadê bi hemahengî li gel Wezîrê Berevaniya Sûriyê komîteyeke hevbeş a pizîşkî pêk tînin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin