Berpirsê HAK-PARê li Parîsê M. Elî Akagunduz çû ser heqiya xwe

Berpirsê HAK-PARê li Parîsê M. Elî Akagunduz çû ser heqiya xwe

.

A+A-

Welatparêzê kurd û berpirsê HAK-PARê li Parîsê M. Elî Akagunduz, di 7ê nîsanê de, ji ber xitimîna damarên mêjî ango xwîn çûbû ser mêjiyê wî rakirin nexweşxanê. Piştî du emeliyatên giran kete qomayê û biser hişê xwe nehat û di 29ê hezîranê de, di 58 saliya xwe de çû ser heqiya xwe.

Mihemed Elî Akagunduz ji malbateke welatparêz bû û di xortaniya xwe de tevlî malbata xwe hatibû Fransayê û nêzîkî çel û pênc sala ye li Fransayê dijî. Di xortaniya xwe de, di sendîkayên karkiran de bû endam. Wî her wiha li gel endamên din ên malbata xwe di têkoşîna azadiya gelê kurd de jî cîh girt.

Bi salan di Komeleya karkirên Kurdistanê (Komkar - Fransa) de xebitî. Wî di gelek çalakiyên Komeleyê de pêşengî kir. Paşê bû endamê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê – PSK û di gelek çalakiyên çadî û siyasî yên partiya xwe û li gel rêxistinên din ên çar beşên Kurdistanê de cîh girt. Van salên dawîn jî weke berpirsiyarê HAK-PARê bi awayekî pir aktîf û dostaniyeke li gel rêxistinên din ên Kurdistanî têkoşîna xwe domand û weke welatperwerekî ciyê xwe di dilê hemî Kurdên Parîsê de çêkir.

Ji bo rakirina termê wî bi sedan hevalên wî û Kurdên fransayê li ber nexweşxaneya Hôpital Lariboisière a Parîsê kom bûn. Termê wî dê sibê rêkin gundê wî yê Mazgirta Dêrsimê û li wir weşêrin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin