Berhem Salih: Pêwîst e krîza mûçe ya li ser xelkê bi dawî bibe

Berhem Salih: Pêwîst e krîza mûçe ya li ser xelkê bi dawî bibe

.

A+A-

Serokomarê Iraqê li gel Şanda Danûstandinkar a Herêma Kurdistanê civiya û got, divê Hewlêr û Bexda bigihjin rêkeftineke bingehîn û “krîza mûçe ya li ser xelkê bi dawî bibe.”

Serokomarê Iraqê Berhem Salih li Bexdayê li gel Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ku di heman demê de Serokê Şanda Danûstadinkar a Kurdistanê ye, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad û fraksiyonên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Hevpeymaniya Hêvî ya Kurdistanê yên li parlamentoya Iraqê civiya.

Di civînê de jibilî dawîn pêşhatên siyasî, danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.

Berhem Salih di civînê de tekezî li ser parastina mûçeyê mûçexorên Herêma Kurdistanê û qayîmkirina mafên tevahiya navçe û pêkhateyan di budceya giştî ya 2021an de û cudakirina debara jiyana xelkê ji milmilaneyên siyasî.

Berhem Salih herwiha tekez kir ku divê di navbera aliyan de rêkeftinek pêk bê li ser bingeha destûr, yasa û parastina mûçeyê mûçexoran, debara jiyana xelkê Herêma Kurdistanê wek hemû hemwelatiyên din ên Iraqê bêyî ciyawazî û ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Di civînê de behsa pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya sala 2021 û qayîmkirina mafên tevahiya navçe û pêkhaeteyan li ser bingeheke dadperwerane hat kirin û Serokomarê Iraqê tekezî li ser pêwîstiya bidawîkirina “krîza mûçe û kêmkirina bandorên darayî li ser xelkê” kir.

Li aliyê din şanda Danûstandinkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînên ji bo rêkeftina li ser pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2021a Iraqê de berdewam dike.

Şanda Kurdistanê herî dawî li gel herdu cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê û herwiha û li Koşka Komarî bi amadebûna Desteya Serokatiya Parlamentoyê û serokên fraksiyonên Parlamentoya Iraqê, civiya.

Ew şanda Herêma Kurdistanê piştî civînan îro bêyî rêkefyin vegeriya Hewlêrê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad jî dibêje, egera wê zêde ye şanda Kurdistanê careke din bo pêkanîna rêkeftina dawî hefteya bê serdana Bexdayê bike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin