Berdevkê PAKê Henîfî Turan: Tirkiye bûye goristana partiyên siyasî

Berdevkê PAKê Henîfî Turan: Tirkiye bûye goristana partiyên siyasî

.

A+A-

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Henîfî Turan di derbarê hewldana girtina partiyên Kurdistanî de got “Tirkiye bûye goristana partiyên siyasî.

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Henîfî Turan beşdarî bultena Rûdawê bû û hewldana girtina partiyên Kurdistanî nirxand.

Berdevkê PAKê pêvajoya damezirandina partiya xwe wiha axivî “Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) 11ê Berfenbara 2014an da hate damezirandin. Pîştî ku PAK avabû, dûmeh şûnde Serdozgerê Dadgeha Bilind di derbarê PAKê de îxtarnameyekî şand û tê de gotiye dinavê partiya we de Kurdistan heye, hûn behsa miletê Kurd dikin, hûn behsa welatekî dikin ku navê wî Kurdistan e, hûn behsa zimanê Kurdî dikin, hûn behsa çarenivîsa miletê Kurd dikin ku ev nayên qebulkirin. Ji ber vê yekê em we îxtar dikin, ev tiştên ku em çewt dibînin, divê hûn biguherînin. Me jî got ev mafê gelê Kurd in, em dev jê bernadin. Çewtî tê de tuneye, çewtî di qanûnên we de hene, divê ku hûn qanûnên xwe biguherînin.”

Herwiha Henîfî Turan got “Îro Tirkiye li gorî qanûnên xwe jî tevnagere. Tirkiyê hê jî li ser hişmendiya ku Kurd tunin, welateke ku bi navê Kurdistanê tuneye tevdigere. Ji ber vê yekê dixwaze van partiyên siyasî bigre.”

Di derbarê doza girtina HDPê de Turan tekez kir û got “HDP çi dibe bila bibe, ew doza ku li dijî HDPê hatiyê vekirin nayê qebûlkirin.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin