Berdevkê NY bersiva nameya Nêçîrvan Barzanî da: Em amade ne bibin alîkar!

Berdevkê NY bersiva nameya Nêçîrvan Barzanî da: Em amade ne bibin alîkar!

.

A+A-

Berdevkê NY bersiva nameya Nêçîrvan Barzanî da: Em amade ne bibin alîkar!

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beriya niha ji Encumena Asayîşa Navdewletî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re nameyeke fermî li ser navê Herêma Kurdistanê şandibû.

Barzanî di nameyê de daxwaz ji NY kiribû, ji bo çareserkirina kêşeyên bingehîn ên navbera Hewlêr-Bexdayê û rewşa Kerkûkê jî di nav de ji bo çareseriya navçeyên Kurdistanî bibin alîkar.

Skreteriya Neteweyên Yekbûyî gihîştina nameyê bo Guterres piştrast kiriye û diyar kiriye ku ew niha li benda rizamendiya Encûmena Asayişê ne daku li ser beşek ji daxwazên di nameyê de gotûbêjan bikin.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stphane Dujarric bersiv daye nameya Barzanî û gotiye, şiyana Neteweyên Yekbûyî li iraqê ji bo cîbicîkirina daxwazên Serokê Herêma Kurdistanê heye, lê ji bo cîbicîkirina beşek ji wan daxwazan, rizamendiya Encûmena Asayişa Navdewletî pêwîst e.

Stphane Dujarric diyar dike: “UNAMI xwedî desthilat û şiyaneke mezin a siyasî ye ji bo dabînkirina şîret û piştgirî û alîkariya ji bo hikûmet û xelkê Iraqê, ji bo pêşxistina diyalogeke siyasî ya piralî û ji bo lihevhatina niştimanî û navxweyî, bêguman ew şiyanên me ji bo cîbicîkirina bendên destûrê û herwiha çareserkirina nakokiyên li ser sînorên navxweyî ne.”

Stphane Dujarric daye zanîn: “Pesendkirina budceya sala 2021, hêjayî pêşwazîkirinê ye û em hêvîdarin ku desthilatên federalî û herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser van pêşhatên erênî karên din bikin, ji bo ku derbarê pirsgirêkên din ên demdirêj de bigihin rêkeftinê û zelal e ku berprisa bernameya me li Iraqê û tevahiya bernameyê (UNAMI), ji bo alîkariya encamdana diyaloga di navbera hikûmeta federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de amade ne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin