
Berdevkê hêzên Ehmed Mesûd li Pencşîrê hat kuştin
.
Şer di navbera çekdarên Tevgera Talibanê û hêzên Eniya Berevaniya Niştimanî ya Efxanistanê ku Ehmed Mesûd kurê Ehmed Şah Mesûd, fermandarê efsaneyî yê Efxan, serokatiya wê dike, li parêzgeha Pencşîrê bi dijwarî berdewam e, û hat ragihandin ku di şerê îro de Berdevkê Eniya Berevaniya Niştimanî ya Efxanistanê, Fehîm Deştî û biraziyê Ehmed Şah Mesûd, general Ebdulwedûd Zehûr hatine kuştin.
Murteza Xaliqî, rojnamevanê Efxan ji bajarê Kandaharê yê Efxanistanê ji Rûdawê re ragihand, “Berdevkê Eniya Berevaniya Niştimanî ya Efxanistanê Fehîm Deştî ku kesekî nêzîkî Ehmed Mesûd rêberê wê eniyê bû, roja Yekşemê di şerê li dijî çekdarên Talibanê de li Pencşîrê hatiye kuştin.”
Li aliyekî din, rûpela Eniya Berevaniya Niştimanî ya Efxanistanê li ser tora civakî ya Facebookê jî belav kiriye, “Tevî xem û xemgîniyeke zêde, em radigihînin ku me îro du bira û hevkar û çekdarên xwe yên ezîz ji dest dan. Fehîm Deştî, Berpirsê Ofîaa Emîrê me Ehmed Mesûd û General Sahîb Ebdulwedûd Zehûr, biraziyê Ehmed Şah Mesûd, qehremanê niştimanî yê Efxanistanê di şerê li dijî grûpa faşîst şehîd bûn. Em ji wan re dibêjin, şehîdbûna we pîroz be.”
Piştî ku diyalog û danûstandinên navbera hêzên Ehmed Mesûd û Talibanê negihîştin ti encamekê, ji beriya çend rojan ve şer û pevçûnên dijwar di navbera herdu aliyan de li parêzgeha Pencşîr û navçeya Ebderab a parêzgeha Perwan destpê kir.
Tevgera Talibanê dibêje, hêzên wan li Pencşîrê di pêşkevtinê de ne û hewl didin tevahiya Pencşîrê kontrol bikin.
Bîlal Kerîmî, Berdevkê Talibanê roja Yekşemiyê ji medyaya Amerîkî re ragihandiye, çekdarên wan tevahiya navçeyên Pencşîrê kontrol kirine û tenê bajarê Bazarek, navenda parêzgehê û qezaya Roxa maye ku şer di herdu eniyan de jî berdewam e.
Lê Eniya Berevaniya Niştimanî ya Efxanistanê, daxuyaniyên Talibanê red dike û dibêje, hêzên wan derbên pir giran li çekdarên Talibanê dane û tevî ku êrişa Talibanê bo ser herêmê bi dijwarî didome, lê rewş di kontrola wan de ye.
Fehîm Deştî berî ku bê kuştin, di twîttekê de ragihandibû, hêzên wan navçeya Periyan a Pencşîrê bi tevahî ji destê çekdarên Talibanê derxistine. Deştî herwiha ragihadibû, tenê roja Şemiyê hêzên wan derdora 600 çekdarên Talibanê kuştine û zêdeyî 1000 çekdarên wê tevgerê jî dîl girtine.
Pencşîr yekane parêzgeha Efxanistanê ye, ku hêj neketiye destê Talibanê. Pencşîr di salên 90î yên sedsala bihorî de jî karîbû serxwebûna xwe ji desthilata Talibanê biparêze. Herwiha di serdema êrişa Yekîtiya Sovyetê bo ser Efxanistanê de jî, hêzên Sovyetê nekarîbûn wê navçeya çiyayî û bilind kontrol bikin, ku wê demê Ehmed Şah Mesûd fermandariya hêzên berevanîkar dikir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin