
Berat Albayrak: Aboriya me di rêya mezinbûnê de ye
Berat Albayrak, Wezîrê Xezîneyê û Darayî gotiye, aboriya Tirkiyeyê berbi “rêya mezinbûnê” ve diçe.
A+A-
Berat Albayrak, Wezîrê Xezîneyê û Darayî gotiye, aboriya Tirkiyeyê berbi “rêya mezinbûnê” ve diçe.
Berat Albayrak, Wezîrê Xezîneyê û Darayî gava ku kura dolar derketiye ser 8 lîreyan gotiye, aboriya Tirkiyeyê berbi “rêya mezinbûnê” diçe.
Albayrakî li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kiriye û gotiye, “ Daneyên dawî dide nişandan ku aboriya me berbi rêya mezibûnê ve diçe. Di meha Çiriya Pêşiyê de endeksa baweriyê ya beşa xizmetê ji sedî 6.4 û ya endeksa baweriyê ya beşa bazirganiya perakende jî ji sedî 1.7 zêde bûne. Rêjeya bikaranîna qebareyê jî ji sedî 74.6an derketiye 74.9an.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin