Bazara Mehabadê ya herî mezin şewitî

Bazara Mehabadê ya herî mezin şewitî

.

A+A-

Derengê Şeva derbasbûyî agir bi mezintrîn  bazara Esxerî ya Mehabada Rojhilatê Kurdistanê ket. Li gorî şahidhalan ji ber dûman û agir çend kes birîdar bûn.

Li gorî zaniyariyan saet di derabarê 00: 30 nîvê şeva derbasbûyî de agir bi mezintrîn  bazara Esxerî ya Mehabada Rojhilatê Kurdistanê ket.  Li gorî şahidhalan ji ber dûman û agir çend kes birîdar bûn.

Ajansa fermî ya Îranê ragihand ku heta serê sibê agirê ku bi bazara Mahabadê ketiye nehatiye kontrol kirin.

Ji bo temartina agir hejmareke mezin ya tîmên agirkujê hewl didin ku agir bitemêrin. Hejmareke zêde li derdorê kombûn û ji ber qerebalixiye rayedaran ji hemwelatiyan xwestin ku xwe ji deverê dûr bixin

Bazara Esxerî ya Mehabadê yek ji giringtirîn bazarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye û nêzikê 500 dikan tê de hene. Dahatina hejmareke mezin ya xelkê Mehabadê li ser wê bazarê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin