Başûrê Kurdistanê 18 ton derman dişîne Rojava

Başûrê Kurdistanê 18 ton derman dişîne Rojava

Li bajarê Silêmanîyê yê Başûrê Kurdistanê kempînek ji bo komkirina derman û pêdîvîyên tendirustîyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Kempîna komkirina derman û pêdivîyên tendirustîyê di 18ê Mijdarê de dest pê kiribû û duh Sêşemê bidawî hat.

Bi gotina serpireştyarên wê kempînê, di rojên kempînê de li sînorê parêzgeha Silêmanîyê zêdetir ji 18 ton derman û pêdivîyên tendirustîyê ji alîyê kes û alîyên xêrxwaz ve hatin komkirin.

Serpiriştîyarên wê kempînê ji Rûdawê re gotin, ji destpêka kempînê ve ta niha wan bi qasî 15 ton derman û derodora 10 hezar dolar û 27 milyon dînarê Iraqî kom kir.

Yek ji serpireştyarên kempînê da xuyakirin, wan bi pereyê ku hatibû komkirin, 3 ton derman kirîn û bi vî awayî bi giştî di kempînê de 18 ton derman hatîye komkirin.

Biryar e di çend rojên bê de ew derman bo Rojavayê Kurdistanê bêne şandin.

 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin