
BAŞÛR/ Rojên betlane yên Newrozê diyar bûn
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî îro yekşemê ragihand ku betlaneya Newrozê dê ji roja sêşemê de dest pê bike.
A+A-
Dîzeyî li ser malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û tê got: "Bi boneya cejna Newrozê ya neteweyî û niştimanî em germtirîn pîroznahî li malbatên şehîd û pêşmergeyên leheng û tevahiya welatê Kurdistanê dikin."
Herwiha Dîzeyî hêvî kir ku ev cejn bibe sedema bextewarî û aramî û derketina ji kêşe û qeyranan.
Di dawiyê de berdevkê hikûmetê diyar kir ku betlaneya Newrozê dê ji roja sêşema dikeve 20ê Adarê dest pê bike û dê heta 24ê mehê dewam bike ku 25ê mehê dê yekem roja karî ya piştî cejna Newrozê be.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin