Baroya Amedê li ser kuştina Mîhraç Mîroglu ji aliyê wesayîta zirxî ve daxuyanî da

Baroya Amedê li ser kuştina Mîhraç Mîroglu ji aliyê wesayîta zirxî ve daxuyanî da

.

A+A-

Baroya Amedê derbarê kuştina zarokekî 7 salî li Şirnexê ji aliyê wesayîtke zirxî ve, daxuyaniyek  belav kir û ragihand ku “encamderên tawanê bê ceza mane.”

Li taxa Turgut Ozal li Hezexa ser bi parêzgeha Şirnexê ve, wesayîteke zirxpoş li zarokê bi navê Mîhraç Mîroglu da.

Mîhraç Mîroglu yê 7 salî ji bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hat rakirin. Lê tevî hemû hewldanan jî Mîhraçê biçûk canê xwe ji dest da. 

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê jî li ser hejmara xwe ya Twitterê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.

Baroya Amedê amaje bi wê kir, di bûyerên bi rengî de encamder heta niha bê ceza mane û ev jî dibe sedema zêdebûna bêkontroliya hêzên emnî.

Di daxuyaniyê de tê tekezkirin ku tedbîrên pêwîst ji aliyê dezgehên peywendîdar ve nayên wergirtin bo rêlibergirtina bûyerên bi vî rengî û tê gotin, “dagirtina qadên lîstikê yên zarokan bi wesayîtên zirxî, bandoreke xerab li ser jiyana rojane û derûniya zarokan çêdike û dibe sedem ku zarok di nav rewşeke tundûtûjî û tirsê de bijîn.”

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê bang li aliyên peywendîdar kir ku lêpirsîneke bilez û karîger li ser vê bûyerê birêve bibin û tekez kir ku ew dê ji nêzîk ve proseya dadgehê ya derbarê vê bûyerê de bişopînin.

Ev di demekê de ye ku di navbera salên 2008 û 2018an de li bajarên Bakurê Kurdistanê di bûyerên wesayîtên zirxpoş de 36 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gorî amarên ku hatine belavkirin di navbera 2015 û 2020an de123 zarok bi vî awayî hatine kuştin.

Herwiha beriya heftiyekî li Xelata Bedlîsê jî wesayîta Fermandarê Fermandariya 9emîn pêlî zarokê 11 salî yê bi navê Eyup Kirtay kiribû. 

Di gel hejmareke evqas zêde jî heta niha tu hêzeke ewlekariyê çi polîs û çi jî leşkerên ku bi wesayîtê pêlî van kesan kirine û bûne sedema mirina wan nehatine cezakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin