Balafirgeha Sûrî hate bordûmankirin, Sûrî û Rûsya, Îsraîlê sucdar dikin!

Balafirgeha Sûrî hate bordûmankirin, Sûrî û Rûsya, Îsraîlê sucdar dikin!

Balefirxaneya T-4 anku Eltiyas a leşkerî ku dikeve navbera bajarê Humisê û Palmîra yên Sûriyê hat bombebarankirin.

A+A-

Medya fermî ya Sûriyê ragihand ku dengê çend teqînan ji derdora balefirxaneya Eltiyas a leşkerî ku dikeve navbera bajarê Humis û Palmîra yên Sûriyê hatiye bihîstin.

 

Li gor nûçeya medya fermî ya Sûriyê balafirxane bi çend roketan hatiye bombebarankirin û herwiha kuştî û birîndar hene.

 

Ji aliyê xwe ve Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) red kir ku wan balefirxaneyên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê bombebaran kiribin.

 

Medya Sûriyê herwiha belav kiriye ku hêza berevaniya asmanî ya hikûmeta Sûriyê 8 mûşek bêbandor kirine. Kuştî an birîndar hene.

 

 

Rûsya: Îsraîlê êriş kir ser Firokexaneya T4

Wezareta Berevaniya Rûsyayê îdia kir ku firokeyên Îsraîlê bi 8 moşekan firokexaneya T-4 (Tîfor) a Sûriyê bombebaran kirin.

 

Wezereta Berevaniyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku balefirên artêşa Îsraîlê yên F-15 Balafirgeha T-4  bordûman kirine û tenê 3 mûşek gehiştine armanca xwe û pênc mûşekên din jî li esman hatine hilweşandin û zerar negihiştiyê şêwirmendên wan ên leşkerî.

 

Di daxuyaniya Wezereta Beravaniyê ya Rûsyayê de tê gotin ku, demjimêr 03.25 deqîqe û heta demjmêr 03.53 deqîqeyan 2 balefirên Îsraîlê yên F-15 di ser esmanê Libnanê re derbasî nav axa Sûriyê dibin û 8 mûşekan diavêjin Balefirgeha T-4 û di heman demê de Hêzên Beravaniya Esmanî yên Sûriyê bersiv didin û di necam de 5 muşek li esman tên bêbandor kirin.

 

Li gor daxuyaniya Wezereta Beravaniyê ya Rûsyayê, 3 mûşek ji aliyê  rojava ve gehiştine Balefirgeha T-4, lê ti zerar negihiştiye şêwermendên leşkerî yên Artêşa Rûsyayê ku li wir dimînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin