Balafirên Tirkiyê herêmên Kanî Masê bombebaran kirin

Balafirên Tirkiyê herêmên Kanî Masê bombebaran kirin

Di encama êrişan de ti ziyanên canî çênebûn, lê êriş li ba xelkê herêmê bûye cihê tirsê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê derengiya şeva Duşemê êrişeke berfireh bi hinceta hebûna binkeyên gerîlayên PKKê li Başûrê Kurdistanê pêk anî û duh bi şev jî careke din balafirên şer ên welatî çend herêmên sînorê Kanî Masê ser bi navçeya Amêdiyê ve bomberbaran kirin. Di encama êrişan de ti ziyanên canî çênebûn, lê êriş li ba xelkê herêmê bûye cihê tirsê.

Rêvebirê Kanî Masê Serbest Sebrî ragihand ku duh şev saet derdora 22.00 balafirên şer  ên artêşa Tirkiyê herêma gundê Kêsteyan li devera Kamî Masê bombebaran kirin.

Serbest Sebrî dibêje ti ziyanên canî nebûye, lê ziyanên madî gihîştiye berhemên çandiniyê û ji ber topbaran û bombebaranê tirsek mezin di nava xelkên gund de çêbûye.

Herwiha li gor agahiyên berdest, artêşa Tirkiyê  herêmên gundên Alikan, Xelîfan, Sîran û Gerwa Zirara jî topbaran kir.

Di heman demê de duh şev saet derdora 23.00ê êrişên artêşa Tirkiyê li navçeyên Amêdiyê destpê kirin û piştre herêma Gare û herêmên Dînarteyê li navçeya Akrê hatin bombebarankirin.

Bi gotina şahîdhalan ku peywendî bi Rûdawê re kirine dengê balafirên şer û bombebaranê bo heyema 2 saetan berdewam kiriye.

Ev yek di demekê de ye ku Tirkiyê pêr şev operasyonek bi navê Penceya Baz bo ser pêgehên PKKê dest pê kir û li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê, balafirên şer ên wî welatî, Mexmûr, Qendîl, Şingal, Avaşîn, Zab û Basyan û Qereçûx bombebaran kirine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, di êrişê de 81 cih hatine hedefgirtin. Li gor zanyariyan, di encama bombebaranan de heta niah ti zirarên canî çênebûne û tenê li Çiyayê Şingalê, 3 şervanên YBŞê birîndar bûne.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin