
Bakûr – Li Sêweregê di şerê gundiyan de herî kêm 3 kes hatin kuştin
.
A+A-
Li bajarê Sêwregê yê Bakûrê Kurdistanê, di şerê malbatan de herî kêm 3 kes hatin kuştin.
Li gor medyaya Tirkiyê, îro li gundê Taşli yê bajarê Sêweregê li parêzgeha Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê, di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de ku nayê zanîn çima derketiye, 3 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Ji ber wî şerî, gund ji aliyê hêzên asayişê ve hat dorpêçkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin