Bajarê Bernê Kurdî jî li malpera xwe zêde kir

Bajarê Bernê Kurdî jî li malpera xwe zêde kir

.

A+A-

Paytexta Swisreyê Bajarê Bernê malpera xwe nû kir û sê zimanên nû lê zêde kir. Hemû agahî niha êdî bi Rûsî, Ukraynî û Kurdî jî hene.

Bajarê Bernê niha bi 15 zimanan agahiyan dide xelkê xwe. Bajarê Bernê malpera xwe bi dozdeh zimanan nû kir û Rûsî, Ukraynî û Kurdî jî lê zêde kir.

Ev yek roja Duşemê 5ê Hezîrana 2023an de ji aliyê Birêveberiya Perwerde, Karûbarên Civakî û Werzişê ya Bajarê Bernê ve hat ragihandin. Herwiha Birêveberiyê ragihand ku xizmetguzariya agahiyan bi taybetî ji bo kesên ku nû hatine Bernê hatine amadekirin.

Di agahiyên li ser malpera Bajarê Bernê de mijarên rojane yên wekî kar û pîşe, dibistan û perwerdehî û herwha qanûn, darayî û tenduristî jî hene.

Danîna agahiyên bi Kurdî li ser malpera bajarê Bernê di encam hewldanên sê komleyên çandî yên Kurdî de pêk hatiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin