Ava Hesekê careke din hatiye qutkirin

Ava Hesekê careke din hatiye qutkirin

.

A+A-

Ev dibe zêdetirî 15 rojan ava vexwarinê ya bajarê Hesekê û derdora wê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatiye birîn. Wêstgeha Elok ku avê li ser nêzîkî milyonek kesî belav dike, bi destê Tirkiyê hatiye rawestandin û ji kar ketiye.

Medyaya Rêveberiya Xweser ragihandiye ku Hevserokê Rêveberiya Avê ya Hesekê Nîdal Mehmûd ji civaka navdewletî daxwaz dike ku wêstgehê ji destê grûpên çekdar derxînin û mijarên mirovî ji aliyê Tirkiyê ve bi siyasî neyên kirin.

Hevserokê Rêveberiya Avê ya Hesekê daye xuyakirin ku Wêstgeha Elok avê li ser bajarê Hesekê û gundewarê wê û kampên koçberan belav dike. Lê heta niha civaka navdewletî bêdeng e, tevî ku berî niha wan ligel Xaça Sor a Navdewletî û rêxistinên UNICEF û Neteweyên Yekbûyî ev mijar gengeşe kirine.

Li aliyê din, Nûnerê Sûriyê yê Hertimî yê li Neteweyên Yekbûyî Wisam Sebah di çarçoveya civîna Neteweyên Yekbûyî de ragihandiye ku Tirkiye û grûpên çekdar ên girêdayî wê, di birîna avê de li ser bajarê Hesekê berdewam in û weke çekekê li dijî sivîlan bi kar tînin. Herwiha eşkere kir; ev dibe 23 car ku Tirkiye avê li ser sivîlên bajarê Hesekê û derdora wê dibirre. Herî dawî jî zêdetirî 15 rojan berdewam kiriye. Lê heta niha civaka navdewletî bêdeng e.

Herwiha kêmkirina asta ava çemê Feratê jî karesateke mirovî li tevahiya herêmê aniye holê. Rêveberiya Xweser daye xuyakirin ku ev dibe sê meh Tirkiyê ava çemê Feratê kêm kiriye.

Ev yek di demekê de ye ku ji 27ê Çileyê ve Tirkiyê ava pêwîst li ser ava çemê Feratê girtiye, li gor rêkeftinê, divê Tirkiye di çirkeyekê de 500 metre sêca avê berde, lê tenê 200 metre sêca avê berdide, ji ber vê yekê ava çem sê metre kêm bûye û rewşa herêmê aloz kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin