Asayişa Rêveberiya Xweser: 10 endamên me şehîd bûne   

Asayişa Rêveberiya Xweser: 10 endamên me şehîd bûne  

.

A+A-

Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li bajarê Rimêlanê di meha sibatê de 10 endamên wan canê xwe ji dest dane.

Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Rimêlan amara meha borî belav kir.

Asayişê ragihand, di meha Sibatê de 10 endamên wan canê xwe ji dest dane, 24 teqînên cur bi cur li navçeyên wan çê bûne ku di encamê de 14 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 15 jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya asayişê di heman mehê de 3 hezar û 55 kes hatin girtin û 2 hezar 384 kes jî hatin berdan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “10 endamên hêzên me şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn, herwiha hêzên me 12 mayinên çandî pûçkirin û li navçeyên me 24 teqîn çê bûn ku di encamê de 14 kesên sivîl şehîd bûn û 15 birîndar bûn. Hêzên me bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo tunekirina şaneyên razayî yên terorîst avêtin ser 14 cihan. Tawanên kuştina bi enqest jî, 18 tawan bûn, herweha 11 hewlên kuştinê jî hatine qeyidkirin. Hejmara kesên girtî di meha sebatê de gihişte, 3 hezar û 55 kes in, 2 hezar 384 kes jî hatin berdan.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin