Asayişa Duhokê dest bi ser 57.5 kîlogram eroînê de girt

Asayişa Duhokê dest bi ser 57.5 kîlogram eroînê de girt

Rêveberîya Asayişa Duhokê ragihand, asayişa komelgeha Îbrahîm Xelîl li derîyê sînorî û li ser rêya Zaxo-Ibrahîm Xelîl, dest bi ser 57.5 kîlogram maddeya hişber a cureya eroînê de girtîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di daxuyanîya Rêveberîya asayişa parêzgeha Duhokê de hatîye gotin, di encama pêdaçûna bi mebesta berengarbûnê û nehiştina bazirganîkirinê bi maddeyên hişber, di maweyê hefteyekê de bi giştî 57.5 kîlogram eroîn bi du birrên cîyawaz û li du cihan, dest bi ser de hatîye girtin.

Rêveberîya Asayişa Duhokê di daxuyanîyê de amaje bi wê kirîye, li ser wê rûdanê, hejmareke tometbaran hatine girtin, lêbelê hejmara wan nehatîye aşkerekirin.

Derbarê hurgilîyên rûdanê, Asayişa Duhokê radigihîne, roja 15.01.2020ê 27.5 kîlogram eroîn li derîyê sînorî yê Ibrahîm Xelîl dest bi ser de hat girtin ku hewl dihat dayîn bo Tirkîyê bê derbaskirin.

Herwiha hatîye gotin şeva 21.01.2020an jî 30 kîlogram eroîn di depoyeke li ser rêya sereke ya Zaxo-Ibrahîm Xelîl, dest bi ser de hatîye girtin.

Asayişa Duhokê dîyar jî kirîye, di çend rojên rabirdû de, hejmareke tohmetbarên maddeyên hişber hatine desteserkirin û hatine şandin bo dadgehê.

Di daxuyanîya xwe de Asayişa Duhokê tekez dike ku hewl û xebatên wan ji bo nehiştina bazirganîya maddeyên hişber dê berdewam bin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin