Artêşa Tirkîyê sê gundên Efrînê topbaran kirin

Artêşa Tirkîyê sê gundên Efrînê topbaran kirin

Topxaneya Tirkîyê sê gundên nahîyeya Şera ya ser bi herêma Efrînê ve topbaran kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor çavkanîyên xwecihî, şeva bihorî topxaneya artêşa Tirkîyê derdora gundên Merenaz, Şewarixe û Malikîyê topbaran kirine.

Derbarê zîyanên topbaranê de ti zanyarî nehatine zanîn.

Hersê gundên ku ji alîyê topxaneya artêşa Tirkîyê ve hatine topbarankirin, beşek in ji 12 gundên herêma Efrînê yên li herdu nahîyeyên Şêrawa û Şera ku hêj di kontrola hêzên Kurdî de mane.

Piştî êrîşa Tirkîyê bo ser Efrînê, ji wê herêmê tenê ew 12 gund di destê hêzên Kurdî de mane ku niha ji kantona Şehbayê ve ku hêj rêveberîya vê di destê hêzên Kurdî de ye, têne birêvebirin.

Topbarankirina wan gundan di demekê de ye, ku duh şev teqînek li navenda bajarê Efrînê çê bû.

Çavkanîyên xwecihî ji Rûdawê re dîyar kirin, ku teqîn li cadeya Hebeş û li nêzîkî Nexweşxaneya Cîhanê çêbû û di encamê de 2 zarok birîndar bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin