
Artêşa Tirkiyê kuştina du leşkerên xwe ragihand
.
A+A-
Hêzên Çekdarên Tirkiyê (TSK) peyamek belav kir û tê de ragihandin ku di du leşkerên wan di operasyona ser Başûrê Kurdistanê ya dijî PKKê de hatine kuştin.
Li gorî hatiye eşkerekirin Çawişê Pispor Mehmet Kirmizî dema vegera operasyonê û leşkerê din Muslum Toprak jî dema operasyona Pençe-Yildirim hatine kuştin.
Beriya niha jî Wezareta Berevaniya Tirkiyê kuştina hejmarek leşkerên tirk di wê operasyona berdewam dike de eşkere kiribû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin