Artêşa Tirkîyê karê wêstgeha Elok a avê rawestand

Artêşa Tirkîyê karê wêstgeha Elok a avê rawestand

Artêşa Tirkîyê sentrala avê ya Elok rawestand û ji karmendên wê xwest ku yekser rawestgehê bi cih bihêlin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Artêşa Tirkîyê sentrala avê ya Elok rawestand û ji karmendên wê xwest ku yekser rawestgehê bi cih bihêlin. Rêveberîya Avê ya bajarê Hesekê jî ragihand ku, karmendên rawestgeha Elok a ser bi bajarê Serê kanîyê ve, ew agahdar kirine ku, artêşa Tirkîyê û çekdarên girêdayî wê, duh avêtine ser rawestgehê û ji karmendan xwestine ku avê qut bikin û karê rawestgehê bidin sekinandin û bi cih bihêlin.

Ev du roj in ku navenda Elok a ava vexwarinê ji kar ketîye, vê carê sedem ne elektrîke, sedema qutkirin a avê ji ber grûpek leşkerên Tirk û çekdarên bi ser wan ve hatîye, ku duh sibehê girtin ser navendê, karmend û karkir jê derxistin.

 Xelkên bajarê Hesekê û herêma Til Temirê li rastî bobelateke nû ne, her wiha êșa xwe ji Rûdawê re ragihandin.

Welatîya bi navê Fincê Mihemed dibêje: “Bi çek û teyaran şerê me dikin. Kanî dewletên bihêz li kuderê ne? Ka Tirkîye çi me dixwaze? Av mabû ew jî qut kirin. Xwedê bila heqê me ji wan re nehêle.”

Welatî Eladîn Xelîl jî got: “Ev tişteke giran e. Nan û xwarin heta astekê diqede, lê bê av nabe. Divê civaka navdewletî pê vê yekê bihesin çima av qut kirine. Tirkîye tehdayê li gelê Kurd dike.”

Bîrên avê hatin sekinandin, di encamê de ava vexwarinê ji ser bajarê Hesekê û Tiltemirê qut bû, pê re kirîza kêmbûna ava vexwarinê rû daye

Ji bo vê yekê Sazîya avê li bajarê Hesekê neçare ku avê jî bêhtirî milyonek  kesî re rojane peyda bike

Hevseroka Rêveberîya Avê ya Hesekê  sozdar Ahmed jî dibêje: “Nêzîkî milyonek kes avê ji wê derê vedixwin. Çima hatîye qutkirin derbarê wê yekê de ti agahî hêj negihiştine me. Liv û tevgerên me berdewam in, ji bo ku ev pirs were çareserkirin. Civîna ligel Heyva Sor a Cîhanî bûye.”

Navenda Elok a ava vexwarinê bi 10 kîlometreyan li rojhilata bajarê Serê Kanîyê dikeve, jêderan ava wê 30 bîrên irtiwazî ne, ew proje hat avakirin piştî qirêjbûn û kêmbûna ava çemê Xabûr,di sala 2013yê de.

Tê zanîn ku Rûsyayê berîya zêdetir ji mehekê rêkeftinek bi Tirkîye re danîbû ku navenda Elok dîsa têkeve xebatê pîștî ku hate çaksazkirin ji alîyê Xaça Sor ve.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin