Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Kesê hatîye girtin nûnertîya Kurdan nake

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Kesê hatîye girtin nûnertîya Kurdan nake

Berdevkê Artêşa Niştimanîya Lîbyayê ragehand, ew kesê ku di nav rêzên çekdarên ser bi Tirkîyê ve li Lîbyayê, ji alîyê hêzên wan ve hatîye girtin, nûnertîya gelê Kurd nake û “terorîst tenê nûnertîya xwe dikin.”

A+A-

Navenda Nûçeyan - Ehmed Mîsmarî, Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, di konferanseke rojnaemvanîyê de, behsa wî kesê Kurd kir ku di nav rêzên çekdarên ser bi Tirkîyê ve li Lîbyayê, ji alîyê hêzên wan ve hatîye girtin.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, di wê konferansa rojnamevanî de, tekezî li ser wê kir, Kurd netewek mezin û azadîxwaz in û ji bo pirsa xwe ya netewî şer dikin.

Ehmed Mîsmarî, amaje bi gotinên xwe yên berê kirin û careke din dûpat kir ku çawa dibe kesekî Kurd pirsa netewa xwe paşguh dike û bê “bi kirê bê girtin û bê li Lîbyayê şer bike.”

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê got, “Kurd berdewam di bin zulmê de bûne û di destê dagirkerîya Tirkîyê de dinalin. Ew netew ji bo azadîyê şer dike. Mafê wan e ku ji bo azadîyê şer bikin. Çawa dikare kesekî wê netewê bikirê bê girtin ji alîyê îstixbarata Tirkîyê ve, bînin Lîbyayê û li Lîbyayê şer bike.”

Herwiha Ehmed Mîsmarî tekez jî kir, “Min ew zanyarî dabûn ku gelek kesên kirê girtî anîne Lîbyayê, lê ew nayê wê wateyê ku ew kes nûnertîya gelê Kurd bike. Terorîst nûnertîya gelê xwe nakin, tenê nûnertîya xwe dikin. Bi taybet li Lîbyayê jî nav xelkê Lîbyayê bixwe jî gelek terorîst hene.”

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî çend roj berê di konferanseke rojnaemvanîyê de li bajarê Bingazî ragihandibû, kesekî bi navê “Şakir Ferman Salih Boncuq” ku ji alîyê hêzên wan ve hatîye girtin ku ew kes endamekî grûpên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve bûye.

Li ser vê mijarê, ji alîyê çendîn medyayan ve hatibû îddîakirin ku peywendîya wî kesê hatîye girtin, bi Pêşmergên Roj hene û li Başûrê Kurdistanê rahênan dîtîye.

Lêbelê Fermandarîya Giştî ya Leşkerê Roj pêştir red kiribû, ku ti pêwendîya kesê ku li Lîbyayê hatîye desteserkirin, bi hêzên Leşkerên Roj re hebe û ragihandibû, hin alîyên ser bi PKKê ve hewla xirabkirina navê hêza wan didin.

Fermandarîya Leşkerê Roj gotibû, “mebesta belavkirina nûçeyên bi vî rengî ji alîyê medyaya nêzîk PKKê ew e ku navê Pêşmergeyên Roj qirêj û lekdar bike.”

Di daxuyanîyê de wiha hartibû gotin: “Gelek portal û malper û torên civakî, nûçeya desteserkirina Şakir Ferman Boncuq ji alîyê desthilatdarên Lîbyayê ve belav kirine, ku ew kes şer ji bo hêzên kirêgirtî yên Tirkîyê kirîye, malperên ser bi PKKê ve jî derfet dîtine û belav kirine ku ew kesê navhatî pêşmergeyê hzên Leşkerê Roj e, wek hewldanekê ji bo xirabkirina navê pîroz ê vê hêzê, lewra me pêwîst dît ku hemû alîyan agahdar bikin bi vê zelalkirinê.”

Herwiha Fermandarîya Pêşmergeyên Roj dabû zanîn, ku Şakir Ferman Salih Boncuq di sala 2012an de ji Sûrîyê ligel malbata xwe ji ber şer û pevçûna direve wek penaber direve Başûrê Kurdistanê, lê piştî demekê diçe Tirkîyê û her li wî welatî dimîne û ji hinge ve nevegerîyaye.

Bavê Şakir Ferman Salih Boncuq, Ferman Boncuq jî ji Rûdawê re axivî bû û red kiribû ku kurê wî yek rojê jî tevlî Pêşmergeyên Roj bûbe, got ku ew tiştên niha dikin rojev hemû senaryo ne.

Boncuq red kir ku kurê tevlî Pêşmergeyên Roj bûye û derbarê vê yekê de jî got: “Şakir di sala 2015an de hate Kurdistanê. Rast e sê birayên wî Pêşmerge bûn û me dixwest ew jî bibe Pêşmerge, çimkî Kurdistanê şerê terorê dikir. Wê demê xortên Kurd şerê DAIŞê dikir, lewma me jî xwest ew bibe Pêşmerge. Di sala 2016an de hinek nakokî di navbera min û wî de çêbû û min jê re gor ku êdî tu ne kurê min î. Ev jî derket çû Tirkîyê. Birayekî wî şehîd bûye û yek birîndar e herwiha yek jî li ser erka xwe ye.”

Rudaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin