"Aramîya navçeyê bi çareserkirina pirsa Kurd ve girêdayî ye"

"Aramîya navçeyê bi çareserkirina pirsa Kurd ve girêdayî ye"

Li Dîyarbekirê ji alîyê Weqfa Tahîr Elçî ya Mafê Mirovan ve li ser Pirsgirêka Kurd panelek hat lidarxistin. Di panele de Pirsgirêka Kurd ji alîyê hiqûqî û sîyasî ve hat nirxandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li Dîyarbekirê ji alîyê Weqfa Tahîr Elçî ya Mafê Mirovan ve li ser Pirsgirêka Kurd panel hatin lidarxistin. Di panelên ku du rojan berdewam kir de Pirgsirêka Kurd û rêyên çareserkirina pirsgirêkê hat nîqaşkirin. Panelîst Dr. Cuma Çîçek Akademîsyenê ku bi Biryarnameyên Bi Hikmê Zagonî ji Kar hatibû dûrxistin e. Çîcek got; ev 100 sal e Dewleta Tirk nekarî polîtîkaya xwe ya li ser Kurdan bibe serî û vê polîtîkayên şaş jî gelek zirar gihand hemû alîyên civakê.

Dr. Cuma Çîçek ji K24ê re got: "Li gorî çarçoveya pêvajoya çareserîyê ya 2013 û 2015'an dê Tirkîye jî Kurdan sûd jê wergirtana. Lê dema ku em îro lê dinêrin jixwe Tirkîye bi temamî wenda dike û Kurd jî wenda dikin. Ji berîya 3 salan Tirkîye dikarî pêşengîya hemû Kurdan bike ango pêşengîya Kurdên her çar alîyan bike. Lê ji ber biryarên şaş ev derfet ji dest da. Îro ji Mahabadê heta Qamişlo, ji Dîyarbekirê heta Stenbol û Washîngtonê bûye navenda nefreta Kurdan. Ev ji bo Dewletê têkçûyîneke mezin e."

Gelek mafnas, nûnerên sazîyên civakî yên sivîl û welatî beşdarî panelên ku bi rêveberîya akademîsyen Prof. Dr. Azîz Yagan û Doçent Dr. Vahap Coşkun de hat birêvebirin de bûn. Panelîstan gotin ku ji ber çaresernekirina Pirsgirêka Kurd Tirkîye jî di qada navxwe û navdewletî de bi qeyrana aborî û sîyasî re rû bir û ye. Beşek ya panelê li ser bandora qedexekirina derketina derve ya li ser civakê bû. Mafnas Mehmet Emîn Aktar got; qedexekirina kûçe û kolanan berdewamîya polîtkayên dîrokî yên li ser Kurdan e û bi qedexeyan hemû mafên kesayetî û civakî hatin binpêkirin.

Mafnas Mehmet Emîn Aktar dibêje: "Bi qedexeyan re mafê milkîyeta welatîyan tê binpêkirin, xanîyên wan hatin hilweşandin. Zarok û xwendekar ji mafê perwerdehîyê bûn, welatî ji mafê tendûrîstîyê bûn, mafên xebatê hatin binpêkirin. Karsazan nekarîn mafên xwe bi kar bînin."

Di panelê de rexne li sîyaseta HDP'ê jî hat girtin û hat gotin ku, HDP'ê nekarî bi girseyî bersiva polîkayên li ser Kurdan bide. Her dîsa beşdarên penelê gotin ku divê Kurd di nava xwe de mijara dest ji berdana çekan jî nîqaş bikin. Panelîstan rexneyek li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa'yê jî girt in û gotin ku, Dadgeh li mafê Kurdan xwedî derneket. Li gorî nirxandina panelîstan heta ku Pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin dê Dewletên bi meseleyê ve pêwendîdar jî nikarin aram û pêşketî bin.

 Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin